Li ber NY’ê ji bo Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevreyê, vê hefteyê jî çalakiya rûniştinê dewam kir.

Li ber Ofîsa NY a li Cenevreyê, li dora konê ku li Place des Natîonsê hatî danîn, ji 21’ê Çileya 2021’an ve her roja Çarşemê çalakiya rûniştinê tê lidarxistin.

Çalakiya rûniştinê di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de tê meşandin. Vê hefteyê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Di şexsê şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de, deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Erdal Atasoy axivî. Atasoy roja rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir û anî ziman ku 4’ê Nîsanê ji bo Kurdan rojek dîrokî ye. Atasoy diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd û gerîlayên berxwedêr ji bo gelên cîhanê hemûyan bûne hêvî û bêdengiya NY’yê ya li hemberî tecrîda Îmraliyê şermezar kir.

Di çalakiyê de banga tevlîbûna meşa navendî jî hat kirin ku wê 15’ê Nîsanê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bê lidarxistin.

Çalakvanan nerazîbûnên xwe yên li hemberî NY’ê diyar kirin.

ŞEVÎN NÛPELDA LI BER NY’Ê HAT BÎRANÎN

Li ber ofîsa NY’ê her wiha ji bo Şevîn Nûpelda (Ayşe Dalgiç) ku Nîsana 1998’an li Amedê şehîd bû, merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de li ser navê hevalên wê yên têkoşînê Rojda Sêrt, nameya ku Şevîn Nûpelda ji malbata xwe re nivîsandî xwend.