Li ber KE’yê li dijî tecrîda Îmraliyê wê 3 rojan çalakî bê lidarxistin

Kurdên li Strasboûrgê li dijî tecrîda Îmraliyê hatin ba hev û dest bi çalakiyek ku wê 3 rojan bidome, kirin.

Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurd û dostên wan li ber avahiya Parlamentoyê ya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, çalakiyek ku wê 3 rojan bidome dan destpêkirin. Li ser banga KCDK-E’yê çalakger li ber avahiya parlamentoyê hatin ba hev û li vir bi berzkirina dirûşmeyan tecrîd protesto kirin.

Çalakgeran daxuyaniyek dan çapemeniyê û destnîşan kirin ku wê têkoşînê geş bikin.

Gelek nûnerên saziyan tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Destpêkê Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî û wiha got: “Me ji bo Rêber Apo li vir çalakiyek 3 rojî da destpêkirin. Em nizanin ku CPT bi Rêbertî re hevdîtin kiriye yan nekiriye. Heta ku Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê neke, wê çalakiyên me dewam bikin.”

Li ser navê Platforma Azadî Ji Bo Ocalan, Parêzer Omer Guneş axaftinek kir û got ku divê saziyên Ewropa, CPT, DMME, KE û NY ji bo rakirina vê tecrîdê, rolê xwe bilîzin.

Aktîvîsta TJK-E’yê Helen Dersim jî diyar kir ku ew jinên Kurd şopdarê paradîgmaya Abdullah Ocalan in û ji bo azadiya wî, wê dest ji têkoşînê bernedin û wiha got: “Li cîhanê ne tenê Kurd, ji netewên din jî bi milyonan mirov Rêber Apo weke Rêberê xwe dibînin. Heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Serok Apo, em ê têkoşîna xwe geştir bikin.”

‘XWEDÎ LI ERKÊ XWE DERBIKEVIN’

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs jî bang li KE û CPT’ê kir û wiha got: “Ev 22 meh in agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Tu peywendiyên bi malbat û parêzeran re nîne. Ev bi serê xwe êşkenceyek e. Tecrîda mûtlaq li dijî qanûn Tirkiyeyê û hiqûqa navneteweyî ye. Em ê tecrîda li ser Birêz Ocalan bi tu awayî qebûl nekin. Divê saziyên Ewropayê xwedî li erkên xwe derbikevin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê, divê zextê li Tirkiyeyê bikin.”

Ji HDP’ê Nûrsel Aydogan jî ev tişt diyar kirin: “CPT bi salan e diçe Îmraliyê, lê ji bo sererastkirina şert û mercan tiştekê nake. Em bang li CPT’ê dikin ku erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.”

Endamê KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî jî qala girîngiya Abdullah Ocalan a ji bo Kurdan kir û xwest ku tecrîd bi dawî bibe.

Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) jî Mehmet Cengîz anî ziman ku heta Abdullah Ocalan digihije azadiya xwe, em li vir in û em ê bi gelê Kurd re têkoşîna xwe bidomînin.

Şaredarê berê yê Sêrtê Selîm Sadak jî bi bîr xist ku ji bo rakirina tecrîdê, di van demên dawîn de du kesan bedena xwe da ber agir û got: “Kurd ne tenê bi dawîbûna tecrîdê dixwazin, azadiya Birêz Ocalan jî dixwazin. Divê tecrîd demildest bi dawî bibe.”

Çalakiya li ber KE’yê di roja 2’emîn de, wê federasyonên FED-GEL û FCDK-KAWA dewr bigrin.