Li Belçîkayê civîn: Biryara li ser PKK’ê rêyeke girîng vekir

Li Belçîkayê hate diyarkirin ku biryara dadgehê ya ‘PKK ne rêxistineke terorîst e’ li hemberî hewldanên krîmînalîzasyonê rêyeke girîng vekir.

Li Belçîkayê dadgehê biryar dabû bu ‘PKK ne rêxistineke terorîst e’. Ji ber vê biryarê komek parêzer û siyasetmedaran li Belçîkayê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Parêzerên aliyê Kurdan, Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal, Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar, endamê Koma Sosyal Demokratên Parlementoya Ewropayê Andreas Schîeder û endamê Koma Keskan a Parlementoya Ewropayê Françoîs Alfonsî tevlê bûn.

Dadgeha li Belçîkayê di 28’ê Çileyê de biryara xwe ya li ser PKK’ê eşkere kiribû û diyar kiribû ku têkoşîna PKK’ê “Şerekî çekdarî yê ne navneteweyî ye”. Dadgehê diyar kiribû ku PKK ne rêxistineke terorîst e û li Tirkiyeyê şerek heye û bal kişandibû ser vî tiştî ku nabe ku PKK di çarçoveya qanûna antî-teror a li Belçîkayê were darizandin.

VILLIÛMSEN: JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ LI HEV RÛNÊN

Alîkarê Serokê Koma Yekîtiya Çepgir a Parlementoya Ewropayê Nîkolaj Vîllîumsen got ku “Li gorî min ev biryareke girîng e.” Vîllîumsen diyar kir ku ev ne biryareke sivik e û rejîma Tirk bi hinceta ‘terorîzmê’ dikeve Sûriyeyê. Vîllîûmsen diyar kir ku ev pirsgirêk bi şîddetê çareser nabe û ji bo çareseriya siyasî bang li hikumeta Tirk û PKK’ê kir ku bila li hev rûnên. Vîllîumsen got ku, “Şaşiya Yekîtiya Ewropayê jî ev e ku PKK’ê bi navê terorîzmê dinirxîne. Ev jî li pêşiya çareseriyê dibe astengî.”

ALFONÎ: RÊYEKE GIRÎNG VEBÛ

Endamê Koma Keskan a Parlementoya Ewropayê Françoîs Alfonsî jî got ku, “Biryara dadgehê ya ‘PKK ne rêxistineke terorîst e li hemberî hewldanên krîmînalîzasyonê rêyeke girîng vekir. Ji niha û şûnde wê hemû xebata me ev be ku ev biryar li nav hemû dewletên endam û Yekîtiya Ewropayê were belavkirin.”

PARÊZERAN AGAHÎ DAN

Parêzerên aliyên Kurdan jî derbarê biryarê agahî dan. Parêzer Jan Fermon got ku biryara PKK ne rêxistineke terorîst e, ji bo çareseriya doza Kurdan gaveke girîng e. Parêzer Joke Calleawaert diyar kir ku Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar jî dihatin darizandin û vê biryara dadgehê girîng e ku ev kes bi navê ‘terorîst’ nikarin werin darizandin.

KARTAL: DIVÊ SAZIYÊN EWROPAYÊ LI GORÎ BIRYARÊ TEVBIGERIN

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal diyar kir ku şîddeta li ser gelê Kurd, bi piştgiriya NATO û Yekîtiya Ewropayê hate kirin. Kartal got ku “Li Tirkiyeyê bi hinceta ‘terorê’ siyasetmedarên Kurd û parlementer û şaredar hatine girtin û êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin. Mesele ne PKK’ye, mesele êrîşên li ser gelê Kurd e. Biryara dadgehê girîng e, em hêvîdar in vê biryar siyaseta krîmînalîzasyonê ya li ser gelê Kurd biguherîne. Divê siyasetmedar û saziyên Ewropayê jî li gorî vê biryara ku PKK ne rêxistineke terorîst e tevbigere. Heke ev biryar pêk neyê, wê edalet cihê xwe nebîne.”

AYDAR: PÊNASEKIRINA TERORÊ NEHEQÎ BÛ

Zubeyîr Aydar jî got ku “Di dawiya dawîn de dadgehê heq da me. Lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê lîsteyeke neheq bû. Ji ber vê lîsteyê dewleta Tirk êşkence û cînayetan zêde dike. Divê êdî tu kes nebe şirîke Tayyip Erdogan. Ji ber vê lîsteyê li Ewropayê bi deh hezaran mirovên me hatin krîmînalîzekirin. Ev neheqiyeke mezin bû.”

‘DIVÊ PKK LI LÎSTEYÊ WERE DERXISTIN’

Aydar got ku, “Em aliyekî şer in. Em alîgirê azadiya gelê xwe ne. Em amade ne ku vê pirsgirêkê bi diyalog û rêyên aştiyane çareser bikin. Ez bang li hikumeta Belçîka û Yekîtiya Ewropayê dikim ku, divê li gorî biryara Belçîkayê tevbigerin û îmzeya xwe ji bin lîsteya terorê bikişîne. Li gorî me ev biryar destpêkeke nû ye. Em ê têkoşîna wê ya siyasî û hiqûqî bidomînin. Ji bo ku vê lîsteya terorê ya neheq ji holê were rakiri, em ê hewl bidin.”