Li Baselê şehîd hatin bibîranîn

Gerîla û şervanên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûbûn, li Baselê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li bajarê Basel ê Swîsreyê gerîla û şervanên ku di demên cûda de şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Di merasîmê şehîdên hatine bibîranîn evin; “Şervana YPJ’ê Cîhan Botan (Zehra Ozmen) ku 7’ê Tîrmeha 2018’an li Efrînê şehîd bûyî, Dijwar Botan (Mehmet Saît Demîr) ku 7’ê Tîrmeha 2019’an di encama krîza dil de şehîd bûyî, Artêş Welat Goyî (Gabar Şengul) ku di êrîşa hewayî ya 29’ê Tîrmeha 2019’an ya artêşa Tirk a dagirker ya li dijî Xakûrkê de şehîd bûbû û şervanê QSD’ê Çekdar Derik ku 11’ê Tîrmeha 2019’an li Til Temirê şehîd bûbû.”

‘EM Ê TÊKOŞÎNA WAN BI SERKETINÊ TACÎDAR BIKIn’

Merasîm li NCDK’ê hate lidarxistin, xizmên şehîdan û bi sedan Kurdistanî beşdar Bûn. Li ser navê komîsyona Malbatên Şehîdan axaftin hate kirin û hate gotin; “Têkoşîna ku şehîdên me ji bo me hêlayî bi teqez em ê bi serketinê tacîdar bikin. Ev deynê şehîdên me ji bo me ye.”

Piştre sînevîzyona ku qala têkoşîna û jiyana şehîdan dike hate nîşandan û merasîm bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ bidawî bû.