Li balafirgeha Zurîchê çalakiya li dijî tecrîdê

Ji bo piştgiriya bi Leyla Guven re, li balafirgeha navneteweyî ya Zurîchê çalakiyeke bê îteatiya sivîl hate lidarxistin.

Ji bo piştgirî ji Hevseroka Giştî ya HDP'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê re bê dayin, li bajarê Zurîchê yê Swîsreyê çalakiyek bê îteatiya sivîl pêk hat.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, komek ji çalakgeran li Balafirgeha Navneteweyî ya Zurîchê li hev kom bûn, posterên Ocalan, alên PKK'ê û pankarta bi nivîsa "PKK gel e, gel li vir e" vekirin.

Çalakger bi qasî nîv saetê bi zimanên Elmanî û Fransî dirûşm qîriyan.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger diyar kirin, heta ku tecrîd bi dawî bibe, wê çalakiyên xwe bê navber bidomînin.