BI DÎMEN

Li bajarên Ewropayê sala 12’an a Şoreşê hate pîrozkirin - NÛ BÛ

Li Parîs, Marsîlya, Hamburg, Draguignan û Berlînê sala 12’an a Şoreşa Rojava hat pîrozkirin.

Bi wesîleya salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê, li bajarên Ewropayê şahî hatin lidarxistin.

PARÎS/EVRY

Li paytexta Fransa Parîsê, bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Evry’ê şahî hate lidarxistin. Qada şahiyê bi alên YPG û YPJ’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û balonên kesk û sor û zer hatin hate xemilandin.

Şahî di serî de şehîdên Rojava, ji bo bîranîna hemû Kurdistanê û şehîdên şoreşa cîhanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Hunermendan di şahiyê de stranên şoreşê gotin û dirûşmeyên “Bijî Şoreşa Rojava”, “Bijî YPG”, “Bijî YPJ” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Piştî govendê, Endamê Dîwana Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa (KCDK-E) Murat Ceylan axivî. Ceylan şehîdên Şoreşa Rojava bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û anî ziman ku bi saya keda şehîdan şoreş hate afirandin.

Piştî axaftina Ceylan, bername bi stran û muzîkên şoreşê heta derengî şev dewam kir.

MARSÎLYA

Salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi pêşengiya TCŞ û TêkoJIN’ê li parka Bel de Moi bi mîtîng û govendê hate pîrozkirin.

Li qada ku şahî lê dihat lidarxistin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ û pankarta ku banga ‘bila qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dewleta Tirk a dagirker re bê girtin’ li ser hatî nivîsandin, hatin daliqandin.

Koma enternasyonal jî broşur û pirtûkên Abdullah Ocalan belav kirin.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê Aysel Bîngol axivî û Şoreşa Rojava silav kir. Aysel Bîngol wiha got: “Fikrên Rêber Apo niha li Rojava zindî dibin. Ji Şoreşa Rojava re digotin, ‘nikare salekî jî xwe bigire’, lê vaye kete sala xwe ya 12’emîn.

Divê em ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo, her tiştê ku dikeve ser milê me pêk bînin.”

Aysel Bîngol ji bo meş û mîtînga ku wê îro li qada Canabiere li dijî dagirkerî û xiyanetê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

DRAGUIGNAN

Li bajarê Draguignanê ya Fransayê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi wesîleya 12’emîn Şoreşa Rojava meşek lidar xist. Di meşê de hewldanên bazariyê ya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezar kirin. Meşa ciwanan li pêşiya La Posteyê destpê kir û heta avahiya walîtiyê berdewam kir.

Ciwanan Şoreşa Rojava silav kirin û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Zap, Avaşîn, Metîna- Bijî Berxwedana Gerîla” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin berzkirin. Di meşê de meşale û pankartên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û ala PKK’ê ya mezin hat vekirin.

Li ser navê Meclîsa Ciwana Şahîn Gabar piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê axivî. Gabar got, "Di ser Şoreşa Rojava re 12 sal derbas bûn. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Di encama kedên mezin ên Rêbertiya me de Rojava gihişt vê astê. Heta ku Rêber Abdullah Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî ji nû ve bi dest bixe, em ê têbikoşin. Em siyaseta qirêj a desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê şermezar dikin. Em teqez qebûl nakin ku Rêbertiya me bikin mijara bazariyê."

Gabar, qala êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk kir û got, "Dewleta Tirk a dagirker îro li Başûrê Kurdistanê bi xayinê PDK'ê re dibe yek û li Başûr êrîşên dagirkeriyê dike. Gerîlayên qehreman li Zap, Avaşîn û Metînayê li dijî dijminê faşîst li ber xwe didin. Pêwîste gelê Kurd li dijî xiyanetê helwestê nîşan bide."

BERLÎN

Li paytexta Elmanyayê Berlînê, endamên TCŞ'ê û ciwanên enternasyonalîst di salvegera Şoreşa Rojava de, ji bo balê bikişînin ser têkoşîna gerîla ya li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û nerazîbûnên xwe yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan bidin, meşek lidar xistin.

Li kolanên Berlînê ciwanan ji bo azadî û edaletê bang kirin û bal kişandin ser girîngiya parastina destketiyên şoreşa Rojava.

Di dawiya meşê de polîsan kolan girtin û êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan tevî astengiyên polîsan jî çalakiya xwe dewam kirin.

HAMBURG

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê ciwanên endamên TCŞ, TêkoJIN û ciwanên enternasyonalîst bi wesîleya sala 12’an a Şoreşa Rojava çalakiyek hevpar lidar xistin. Ciwan meşiyan û piştre li hev kom bûn û şahî lidar xistin.

Li ser navê ciwanan Ahmet Tektaş daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Şoreşa Rojava hemû gelên Rojhilata Navîn li dora netewa demokratîk anî ba hev û têkoşîneke hevpar ava kir. Hat ragihandin ku ji bo vê şoreşê bi hezaran leheng şehîd bûn û ev tişt hate gotin: “Ji her aliyê cîhanê enternayonalîst û şoreşger hatin bedena xwe kirin sîper û beşdarî Şoreşa Rojava bûn. Ev şoreşeke mirovahiyê ye.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê statuya Şoreşa Rojava bê naskirin.

Piştî daxuyaniyê ciwanan li ser dîwarekê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xêzkirinên ku nûneriya jinên têkoşer ên Şoreşa Rojava dike, xêz kirin.

Piştre ciwan meşiyan, bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Berxwedana Rojava” berz kirin û şahî bi dawî kirin.