Li bajarên Ewropayê di çalakiyên 8’ê Adarê de Leyla Guven hate silavkirin

Li gelek bajarên Ewropayê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkdar ên Cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Jinên Kurd ên beşdarî çalakiyan bûn tecrîda Îmralî protesto kirin, Leyla Guven û çalakgerên grevên birçîbûnê silavkirin.

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê serî de li Kurdistan û çar parçeyên cîhanê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

HANNOVER

Li bajarê Elmanya Hannoverê çalakiya 8’ê Adarê bi şîara ‘Femînîzmê pêş bêxin, kapîtalîzm û pederşahî ji holê rakin’ hate lidarxistin. Meş li Navenda Platz der Weltaûsstellûng a Hannoverê dest pê kir û jinên Kurd, Tirk û Elman beşdarî meşê bûn. Çalakî ji aliyê zêdetirî 30 rêxistinên jin û saziyên jinan a femînist ve hate organîzekirin.

Jinên Kurd di meşê de belavoka ku ji bo 8’ê Adarê amade kiribûn xwendin. Jinên Kurd stranên Kurdî stran û goven girtin. Meş li Qada Faûst Gelande bi dawî bû.

 MÛNÎH

Li bajarê Munîhê yê Elmanyayê jî jinên enternasyonalîst û Komuna Jinan a Sara û Jinên Tirkiyeyî çalakiya 8’ê Adarê li dar xist. Meş li pêşiya avahiya şaredariya Munîhê dest pê kir. Li ser navê Komuna Jinan-SARA axaftin hate kirin, Şoreşa Rojava û berxwedana Leyla Guven hate silavkirin.

ANVERS

Li bajarê Belçîka  Anversê Meclîsa Jinan a Şehîd Silav û saziyên femînîst 8’ê Adarê pîroz kir. Di çalakiyê de peyamên li dijî tecrîdê hate dayîn. Meclîsa Jinan a Anvers bal kişand li ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven û tecrîda Îmralî.

SWÊD

Li gelek bajarên Swêdê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî hatin lidarxistin û di çalakiyan de Leyla Guven û çalakgerên grevên birçîbûnê hatin silavkirin.

STOCKHOLM

Li paytexta Swêd Stockholmê di çalakiya 8’ê Adarê de Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê hatin silavkirin.

Di çalakiyê de li ser navê Yekîtiya Jinan a Sara û Meclîsa Jinan a Kurd ya Amara axaftin hatin kirin û bal hate kişandin li ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Çalakî ji aliyê Partiya Çep, Partiya Edalet a Sosyalîstan, Yekîtiya Jinan a Sara, Ciwanên Komunîst ên Şoreşger, Partiya Komunîst, Femînîstên Sosyalîst û Meclîsa Jinan a Kurd ya Amara û 11 komele û partiyan ve hate organîzekirin.

Di çalakiyê de li ser navê saziyan axaftin hate kirin û piştre jin ber bi Qada Sergels Torg a li navenda bajêr ve meşiyan.

GOTEBORG

Li Goteborgê jî Komîteya 8’ê Adarê li Qada Gûstaf Adolfs mîtîngek li dar xist. Jin heta Qada Goteplatsenê meşiyan.

Jinên Kurdistanî bi alayên PKK, TJK-E, YPG/YPJ, wêneyên Ocalan û Leyla Guven beşdarî meşê bûn. Di çalakiyê de belavokên qala grevên birçîbûnê û binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê dike, hatin belavkirin.

FALÛN

Li Falûnê ji aliyê 22 partî, sendîka û komele ku di nava wan de Partiya Karkerên Demokrat ên Sosyal, Partiya Çep, Partiya Keskan a Derdor, Sendîkaya Karkerên Metal û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd jî cih digire, çalakiyek hate lidarxistin.

Jinên Kurd di çalakiyê de wêneyên Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê hildan. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd di çalakiyê de daxuyanî da û ragihand ku rewşa Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê di qonaxeka metirsîdar de ye.

Ji bo rakirina tecrîdê banga ketina nava helwdanan li partiyên siyasî, sendîka û raya giştî ya demokratîk hate kirin.

MALMO

Li bajarê Malmo Partiya Çep, Înîsyatîfa Femînîst, Çep a Ciwan, Komeleya Vîctor Jara, Komeleya Çanda Iraq, Personelê Tenduristiya Sosyalîst û mamosteyên Dibistana Bilind a Gel ya Kvernyb ji Qada Gûstaf Adolfs heta Mollengovstrogetê meşiyan.

Kurdistanî bi alên YPG/YPJ’ê, wêneyên Ocalan û Leyla Guven beşdarî meşê bûn û piştgirî dan çalakiyên grevên birçîbûnê. Di çalakiyê de belavokên ku dewleta Tirk û tecrîda li dijî Ocalan teşhîr dike, hatin belavkirin.

CREÎL

Li bajarê Fransa Creîlê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve tecrîda li ser Ocalan hate protesto kirin.

Girseya gel seat 18:30’an li peşiya şaredariya Creîlê kom bûn, bi wêneyên Ocalan û Leyla Guven meşiyan.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Liberte pour Ocalan”, “Terorîst Erdogan” û “Faşîst Erdogan” hate berzkirin û tecrîdkirina Ocalan hate şermezar kirin. Di çalakiyê de berxwedana Leyla Guven, çalakgerên Strasboûrg û girtiyên PKK û PJAK’ê hatin silav kirin.