BI DÎMEN

Li bajarên Elmanyayê Newroz hat pîrozkirin

Di pîrozbahiya Newrozê de ku ji aliyê meclîsên civaka demokratîk ên Oldenbûrg, Aurîch û li Bochûmê ve hate organîzekirin, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatin silavkirin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat berzkirin.

NEWROZ

Pîrozbahiya Newrozê ya ku ji aliyê meclîsên civaka demokratîk ên Oldenbûrg û Aûrîchê a hevpar li bajarê Leer ku girêdayî eyaleta Saksonya Jêrîn hate lidarxistin.

Li salona Mîlenîum Event Center Nord ku pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma "Em ê bi ser bikevin" hate lidarxistin, pankartên "Jin, Jiyan, Azadî, Freîheît fur Ocalan" û "Newroza Azadî" û posterên Mazlûm Dogan û Zeynep Kinaci (Zîlan) hatin daliqandin.

Bernameya Newrozê ji bo şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di axaftina vekirinê de, wiha hate gotin: “Newroza 2024'an li Serok Apo, ciwan û jinan pîroz be. Îro em ê agirê Newrozê li Ewropayê vêxin, em ê xwe bigihînin Amed û Botanê."

Meclîsên DKTM'ê yên Oldenbûrg û Aûrîchê jî gel silav kirin û gotin: “Newroz li şehîdên me, hevrêyên me yên li çiyayan li ber xwe didin û li Rêberê me pîroz be. Berî her tiştî em Newroza Rêber Apo û hevalên xwe yên li dijî xiyanetê li ber xwe didin pîroz dikin.”

Hevseroka FED-DEM’ê Sebahat Ergîn jî axivî û wiha got: “Li girtîgeha Amedê bi bedenên xwe Newroz pîroz kirin. Li çiyayên azad bi xwîna xwe Newrozê pîroz kirin. Em dibêjin ku Newroza 2024’an Newroza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re dike armanc. Ev Newroz wê ji bo statuya gelê Kurd bibe diyarker. Ev Newroz wê bibe Newroza azadiya civakê û azadiya jinan. Em Newroza xwe bi dengê berxwedana Kurdistanê, berxwedana Şengalê, berxwedana Rojava, berxwedana Rojhilat, berxwedana Bakur û zindanên ku îro berxwedan lê didome, pîroz dikin.”

Di şahiyê de bêyî navber dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Newroz" hatin berz kirin. pîrozbahî bi stranên hunermend Rêdûr, Hozan Canê û Azad Bedran bi dawî bû.

BOCHÛM

Newroza 2024’an li bajarê Bochum ê Elmanyayê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî Ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya Newrozê ya ku li Bochûm Darpestrasse hat lidarxistin hunermendên Kurd Bengî Agirî, Îbo Qamişlo, Jiyan Qamişlo, Ando Mihemed, Rêzan Amûdî derketin ser dikê. Di pîrozbahiya Newrozê ya ku bi pêşengiya PYD'ê hat lidarxistin dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.