BI DÎMEN

Li bajarên Îtalyayê Newroz hat pîrozkirin

Li bajarên Bologna û Parma ên Îtalyayê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin.

NEWROZA 2025'AN

Li Bologna Labas Vicolo Bolognetti bi tevlîbûna Kurd û dostên wan ên Îtalyan pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin.

Hunermend Belçîm Atay stran gotin.

Di pîrozbahiya bi coş de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Newroz pîroz be", "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.

PARMA

Li qada Piazza Inzani ya Parmayê Newroz bi coş hate pîrozkirin.

Pîrozbahî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Ji aliyê Rete Kurdistan, Alessia Manzi, rojnamevan û heyeta ku çû Rojava ve axaftinên kurt hatin kirin.

Piştî axaftinan li ber stranên hunermend Aştî Abdo, Belçîm Atay, Sara Ferraglia û Hisam Allawi govend hate gerandin.