Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Aurîchê ji bo azadiya Ocalan kon hate vedan

Li bajarokê Aurîchê yê bajarê Elmanya Oldenbûrgê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Zelalê ji bo azadiya Ocalan û piştgirîdayîna grevên birçîbûnê kon hate vedan.

Îro saet 10:00’an li bajarokê Aurîch ê bajarê Oldenbûrg a Elmanayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Zelal ji bo azadiya Ocalan û piştgirîdayîna çalakiyên greva birçîbûnê kon hate vedan. Çalakî wê heta saet 16:00’an bidome.

Endamên Rêveberiya Meclîsa Zelal Fatma Saka û Sultan Alim ji ANF’ê re axivîn û gotin; “Armanca çalakiya me têkildarî tecrîda li ser Ocalan agahdarkirina gel e. Divê li her derê çalakî werin lidarxistin. Îro bi pêşengiya Leyla Guven grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya Ocalan grevên birçîbûnê hatine destpêkirin.”

Jinan bi dehan belavok belavkirin û eleqeyek mezin ji bo çalakiyê heye.