Li Atînayê li dijî nijadperestiyê meş hate lidarxistin

Li Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê ye li dijî nijadperestiyê meşek hate lidarxistin.

Li Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê ye ji bo bîranîan George Floydê li DYE’yê di êrîşeke nijadperest de hatibû qetilkirin û ji bo parastina biratiya gelan, bi tevlêbûna bi hezaran kesan meşek hate lidarxistin. Gel li Qada Syntagmayê hatin ba hev, bi pankartên bi Yewnanî, Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî, wêneyê Georgê Floyd û kesên li Kurdistanê hati qetilkirin, meşiyan.

Ji xeynî rêxistinên çepgir, sosyalîst û anarşîst Yekîtiya Çalakiyên Yewnanistanê Tirkiye-Kurdistanê (PKK, MLKP, DKP/BOG, MKP, TKP-ML) jî bi pankartan tevlî meşê bûn.

Di çalakiyê de sloganên ‘Bijî biratiya gelan’ û ‘Erdoganê kujer, Trûmpê kujer’ hate berzkirin.

Polîsan piştre bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kir, girseyê jî bi bombeyên deng û molotofkokteylan li polîsan da.

Şerê li pêşiya Konsolosxaneya DYE’yê dest pê kir li Taxa Exarkîeayê didome.