Li Atînayê dijî tecrîdê çalakî hate lidarxistin

Li Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê ye, bi armanca piştevaniya bi çalakgerên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyek hate lidarxistin.

Li Atînayê bi armanca piştevaniya bi çalakgerên greva birçîbûnê re standa agahdarkirinê hate vekirin û belavok hatin belavkirin.

Çalakî j aliyê Platforma Yekîtiya Çalakiya Yewnanistan Tirkiye-Bakurê Kurdistanê ve hate organîzekirin. PKK, MLKP, MKP, DKP; TKPML û SYKB di platformê de cih digirin.

Standa li qada Syntagma hate danîn, posterê mezin ê Ocalan û pankarta ku wêneyê Leyla Guven li ser bû hate daliqandin.

Di çalakiyê de ji bo welatiyên derdor belavok hatin belavkirin û têkildarî grevên birçîbûnê jî agahî hate dayîn.

Çalakgeran dem dem govend girtin û li dijî tecrîdê dirûşme berz kirin. Çalakgeran diyar kirin ku tecrîd sûcê dij mirovahiyê ye û gotin ku divê tecrîd demildest rabe.