Li Atînayê dagirkerî hate protestokirin

Êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk li Atînayê bi tevlîbûna sedan kesî ya li ber Sefaretxaneya Tirk hate protestokirin.

Li paytexta Yewnanistan Atînayê Kurdistanî û dostên wan ên li Qada Akademîa hatin ba hev, bi meşekê êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker protestokirin.

Meş bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Navenda Çanda Kurd pêk hat, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK’ê, dîsa pankartên bi Îngîlîzî, Kurdî û Elmanî êrîşan şeşrmezar dikin hatin hildan.

Meş li ser rêya serekî ya Atînayê ber bi Parlementoya Yewnanistanê ve destpê kir û di meşê de bê navber dirûşmên ‘Kujer Erdogan’, ‘Qatil Faşîst Erdogan’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana PKK’ê qîr kirin.

Di meşê de belavokên têkildarî berxwedana li dijî dagirkeriyê bi zimanê Yewnanî hatibûn amadekirin hatin belavkirin. Welatiyên Yewnanî jî bi çepikan destek dan meşê.

Meş heta ber Sefaretxaneya Tirk dewam kir. Li ber sefaretxaneya ku polîsan dorpêç kiribûn mîtîngek kirin. Di axaftinên hatin kirin de êrîşên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin û li dijî êrîşan jî peyamên berxwedanê hatin dayîn.