BI DÎMEN

Li Atînayê çalakiya 'Dawî li tecrîdê bînin, ji Rêber Apo re azadî' hat lidarxistin

Kurdistaniyên ku bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî ji Kurdistanê re statû" hatin gel hev, ragihandin ku ew ê ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û li dijî ferzkirina tawîzan bêyî navber di nava çalakiyan de bin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Atînayê li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) ji bo rakirina tecrîdê û li dijî dagirkeriyê çalakiya lezgîn li dar bixin, li ber Parlamentoya Yewnanistanê hatin gel hev û çalakî li dar xistin.

Di çalakiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hilgirtin û pankartên şermezarkirina dagirkerî û tecrîdê vekirin.

Di çalakiyê de êrîşên leşkerî yên dewleta Tirk a qirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin.

Piştî daxuyaniyên bi zimanên Îngîlîzî û Yewnanî hatin dayîn, girseya gel bi berzkirina dirûşmeyan, çepik û tilîliyan ji bo demekê çalakiya rûniştinê pêk anî. Belavokên li ser tecrîd û êrîşên dagirkeriyê hatin belavkirin.

Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Dîktator Erdogan" bi dawî bû.