Li Atînayê bi dirûşmeya ‘Kujer Erdogan’ çalakî hate lidarxistin
Li Atînayê ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bi fermî lê serdan kir, Kurd û dostên wan bi dirûşmeya “Kujer Erdogan” çalakî lidar xistin.
Li Atînayê ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bi fermî lê serdan kir, Kurd û dostên wan bi dirûşmeya “Kujer Erdogan” çalakî lidar xistin.
Kurd û dostên wan li paytexta Yewnanistan Atînayê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan protesto kirin ku bi fermî serdana Atînayê kir. Kurd li Qada Academia hatin ba hev. Înîsiyatîfa Ji Bo Rojava Rabe Ser Piyan, anarşîst û şoreşgerên Tirkiyeyî piştgirî dan çalakiya Kurdan.
Di çalakiyê de pankarta “Kujer Erdogan” û “Li Kurdistanê qirkirinê rawestînin” hate vekirin. Her wiha alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hildan û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Di çalakiyê de faşîzma Erdogan û tifaqa şer a navdewletî hate protestokirin û bal hat kişandina ser têkoşîna hevpar a gelan a li dijî êrîşên qirkirinê.