Li Atîna û Stûttgartê 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin

Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li paytexta Yewnanistan Atînayê û bajarê Stûttart ê Elmanyayê hat pîrozkirin.

Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi wesîleya 39’emîn a salvegera 15’ê Tebaxê pîrozbahiyek hat lidarxistin.

Pîrozbahî bi pêşengiya Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Atînayê û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hat lidarxistin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Erkan Erkencî têkildarî girîngî û wateya rojê axivî.

Piştî temaşekirina sînevîzyonê, girseyê bi tilîliyan govend gerand.

Pîrozbahiya ku bi saetan dom kir, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê duh bi şev di saetên şevê de ciwan hatin ba hev û Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Ciwanan posterê Mahsûm Korkmaz (Egîd) daliqandin pirekê û bi fîşekên hewayî pîrozbahî kirin.