Li Atîna, Marsîlya, Mîlano, Nurnberg û Kasselê li dijî dagirkeriyê çalakî kirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê li paytexta Yewnanistan Atîna, Marsîlya ya Fransa, Nûrnberg a Elmanya û bajarê Mîlano ya Îtalyayê hate protestokirin.

Êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk li Ewropayê tên protestokirin.

ATÎN

Li ser banga Tevgera Ciewanên Şoreşger û Navenda Çanda Kurdistaê meşa li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hate kirin bi hezaran Kurdistanî, dîsa komên anarşîst, çep û sosyalîst tevlî bûn. Di çalakiyê de posterê mezin ê Ocalan, alên PKK’ê û KCK’ê hatin hildan. Her wiha bi zimanê Yewnaî, Îngîlîzî û Kurdî pankart di meşê de hatin hildan. Maşa ku polîsên Yewnanî ewlekariyek mezin girtin, li pêşiya sefaretxaneyê belavokek bi zimanê Yewnanî hate xwendin. Piştre jî li ser navê Navenda Çanda Kurdistanê Şerzan Amed axivî û diyar kir ku dewleta Tirk lewaziya xwe bi êrîşên li ser Kurdan dide veşartin û got: “Sekna me ya li ber êrîş û dagirkeran sekna Kasim Engîn, Mehmet Tunç û Çiyager e.”

NURNBERG

Çalakiya ku li Jakoplatezê ji aliyê Mala Gel a Medya ya Nurnberg a Elmanyayê ve hate lidarxistin, gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn. Di axaftinên çalakiyê de hate kirin êrîşên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin. Bang li Kurd û dostên wan hatin kirin ku li dijî êrîşan li qadan têkoşînê bilind bikin.

KASSEL

Li ser banga Navenda Civaka Kurd li Konîgplatez a bajarê Kassel ê Elmanyayê jî êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin. Di çalakiyê de ala TEV-DEM hate hildan, bi zimanê Elmanî û Kurdî bi dirûşman hevkariya dewleta Elaman û Tirk hatin protestokirin.

MARSÎLYA

Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Marsîlya Fransayê êrîşên dewleta Tirk a li Kurdistanê bi meşek û mîtîngekê protestokirin. Ciwanên li Qada Vîeûx Portê hatin ba hev heta Qada Joûlîetê meşiyan. Di çalakiyê de posterên Ocalan alên PKK,YPG û TCŞ’ê hatin hildan, axaftin hatin kirin û belavok hatin belavkirin.

MÎLANO

Li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a bajarê Mîlano ya Îtalyayê êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘Qatil Erdogan, destê xwe yê bi xwîn ji Kurdistanê vekişîne’ hate vekirin. Li pêşiya sefaretxaneyê nivîsa ‘Qatil Erdogan’ hate nivîsîn û li ber derî jî ala PKK’ê daliqandin.