Li bajarê Arnhem ê Hollandayê di çarçoveya Pêngava “Ji Abdullah Ocalan ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” civîneke gel hate lidarxistin. Civîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Arnhemê hat lidarxistin. Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal tevlî civînê bû.
Di civînê de Remzî Kartal axivî û got: “Ev 3 sal in em ji Rêber Apo tu agahî nagirin. Ev rewş di nava gelê Kurd de dibe sedema bertek û xeman. Em dixwazin tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin û bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, divê di zûtirîn demê de bi Rêber Apo re hevdîtin bê kirin û nêrînên wî bê dîtin.”
Kartal da zanîn ku meş û mîtînga mezin a 17'ê Sibatê li Kolnê bê lidarxistin ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî girîng e û got, ne tenê gelê Kurd, dostên wan jî wê bi xurtî tevlî bibin.