Li Arjantinê 15’ê Sibatê hate protestokirin

Li Arjantînê Dayikên Plaza Mayo ku bi salane ji bo zarok û neviyên xwe çalakiyan lidardixin jî di nav de, feminîst û parêzvanên mafên mirovan Komploya Navntewî ya 15’ê Sibatê şermezar kirin.

Meşa dayikan a îro ji bo piştgirîdayîna berxwedêrên greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Ketka Guven ku ev 100 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tenduristî, ewlehî û azadiya Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, hate kirin.

Çalakî li Qada Plaza Mayo hate lidarxistin û komploya navnetewî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî gelê Kurd hati kirin, hate protestok kirin.

Dayikên Plaza Mayo, feminîst, parêzvanên mafên mirovan jî dinav de bi gelek kesan di meşê de pankart û dowîzên “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî” û “Piştevaniya bi Leyla Guven re’ hildan.