Li Aarhûsê coşa Newrozê

Li bajarê Aarhûs ê Danîmarkayê Newroz bi coş hate pîrozkirin.

Li bajarê Aarhûsê Newroz bi rengekî bi heybet hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ku bi hezaran kes tevlî bûn, nûnerên partiyên YNK û Pêşverû jî amade bûn.

Bernameyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Ji Kongra Star Nezahat Efrîn, bi navê PYD'ê Salih Efrîn, Nûnerê YNK'ê Oşyar, Nûnerê Pêvşerû Bavê Cîger û bi navê Malbatên Şehîdan jî Hanîfe Efrîn axivîn.

Qisekeran destnîşan kirin ku divê 'Pêngava Azadî ji Abdullah Ocalan re çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bê mezinkirin.

Hozan Xecê, Hozan Kawa, Dilovan û Cîhan Kiliç jî derketin ser dikê û beşdaran li ber stranên wan govend gerandin.