Salek û 7 meh cezayê girtîgehê li hunermend Pinar Aydinlar hate birîn

Li hunermend Pinar Aydinlar bi sûcdariya 'propagandaya rêxistinê' salek û 7 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Rûniştina dozê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dersimê pêk hat. Pinar Aydinlar û parêzerê wê ji salona 26'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bûn.

Dozgeriyê qebûl kir ku stranên hunermend li Festîvala Mûnzûrê gotine di çarçoveya azadiya îfadeyê de ye lê belê îdîa kir ku parvekirinên li ser hesabê wê yê Facebookê divê weke 'propaganda rêxistinê' bê nirxandin.

Dadgehê bi sûcdariya 'propagandaya rêxistinê' salek, 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Pinar Aydinlar birî.