Li 6 bajaran çalakiyên piştgiriya grevên birçîbûnê

Li bajarên Karlsrûhe, Frankfûrt, Mannheîm, Parîs, La Rochelle û Baselê bi hezaran kes hatin ba hev û piştgirî dan grevên birçîbûnê yên ku ji rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin.

KARLSRÛHE

Li bajarê Karlsrûhê yê Elmanyayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya berxwedana grevên birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin.

Saet di 14.00’an de li qada Stepehnplatzê Kurd civiyan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Li ser navê Dîe Lînkeyê Lûkas Bîmmerle diyar kir ku ew piştgiriyê didin berxwedêran û bal kişandin ser vî tiştî ku ew naxwazin Elman çekan bifiroşe Tirkiyeyê.

Girse piştî ku kîlometreyekê meşiyan careke din hatin Stephanplatzê û bal kişandin ser grevên birçîbûnê.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê jî ji bo xwedîlêderketina berxwedêrên greva birçîbûnê meşek û mîtîngek hate lidarxistin.

Meş saet di 15.00’an de li pêşiya HBF’ê hate destpêkirin bi posterên Ocalan heta Qada Roberê meş hate lidarxistin.

Piştî meşê daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku divê dewletên Ewropayê li dijî tecrîdê têkevin nav hewldanan.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê jî Kurdan û dostên wan mîtîngek li dar xistin.

Bi sedan kes li Paradaplatzê hatin ba hev û heta Schlossê meşiyan. Di meşê de polîsan xwestin posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan asteng bikin.

PARÎS

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye, bi hezaran kes li Qada Repûblîqûeyê hatin ba hev û heta Qada Bastîlleyê meşiyan.

Di meşê de wêneyên çalakgerên greva birçîbûnê hatin hildan û sloganên ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.

LA ROCHELLE

Li bajarê La Rochelle yê Fransayêjî Kurd li Vîeûx Portê kom bûn û heta Place de Gabûtê meşiyan.

Di çalakiyê de sloganên ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê hatin berzkirin û hate diyarkirin ku divê berxwedan were geşkirin.

BASEL

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê jî ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya ku Hevseroka KCD’ê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakgeran berdilkên spî li xwe kirin ên ku wêneyên Leyla Guven li ser wê hene û diyar kirin ku daxwazên Leyla Guven daxwazên wan e jî.

Girseyê belavok belav kirin û bi slogana bi qasî saetekê meşiyan.