Li 4 navendên Swêdê dagirkerî hate protestokirin

Li bajarê Goteborg, Orebro, Vasteras û Helsîngborg ên Swêdê dagirkeriya Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cüda heta protestokirin.

Êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji roja 9’ê Cotmehê û vir ve destpê kirî hema bêje her roj Kurdistanî û dostên wan li Qadan bû. Yek ji van bajarên Ewropa ku Kurdistanî li qadan bûn Swêd bû. Îro jî li çar navendên Swêdê çalakî hebûn.

GOTEBORG

Kurdistanî û dostên wan ên li Parka Brûnn a Goteborgê hatin ba hev, li ser banga Komeleya Jinan a Şehîd Sema çalakiyek kirin. Di çalakiyê de li ser navê Tevgera Jina Kurd Hêvî Amara axivî. Amara anî ziman ku Şoreşa Rojava şoreşa Jinê ye, ji bo wê ye dewleta Tirk dixwaze vê sîstema jin û mêr wekhev û li ser esasê demokratîkbûna gelan ên li ser bîr û baweriyên cüda ye têk bibe. Hevseroka NCKD Lehon Lehonî jî axivî û diyar kir ku êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li ser Rojava bi sedê salan e li ser Kurdan tê kirin. Li ser navê Platforma Rojava Kamûran Hamo jî axivî û diyar kir ku di vê di serî de Swêd, gelen Ewropayê tûrîzma Tirkiyeyê boykot bikin û berhemên Tirkî negirtin.

OREBRO

Ji bo salvegera Şeva Krîstal a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Orebro (NCDK) û Partiya Çep di çalakiyê de sivîlên ku Naziyên Elmanya û dewleta Tirk ên li Rojava qetil kirî bibîr anî. Çalakî di saet 18:30’î li Qada Storatorgetê bi hildana alên PKK, PYD, YPG/YPJ’ê hatin hildan û postere Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin. Di axaftinên li ser navê NCKD a Orebroyê hate kirin hate gotin ku dewleta Tirk jîngehên sivîlan bombe dike, li ser sivîlan bombeyên fosfora spî hate bikaranîn û ev li dijî peymana navneteweyî ye.

HELSÎNGBORG

Li Helsînborûgê jî Kurdistanî û dostên wan ên roja Yekşemê saet 16:00’an li pêşiya pirtûkxaneya bajar kom bûbûn, êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li ser Rojava şermezar kirin. Di saxaftinên li ser navê rêxistinên civaka sivîl hate kirin, hate gotin ku dewleta Tirk li Rojava sivîlan qetil dike û çeken kîmyewî bikar tîne. Bang kir ku li dijî dagirkeriyê piştevaniya gelen Rojava bikin.

VASTERAS

Dagirkeriya Tirk li Sîgmatorget a bajarê Vasteras bi çalakiyekê hate protestokirin. Di çalakiyê de wêneyên hovîtiya dewleta Tirk nîşan didin hatin hildan. Hate gotin ku êrîşên dewleta Tirk derveyî peymanên navneteweyî ne. Hate diyarkirin ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bikar tîne û sûcê şer dike.