Li 4 bajarên Fransayê tecrîd hate protestokirin

Kurdistanî li bajarên Fransa Vîllîers le Bel, Mantes la Jolîe, Bordeaûx û Marsîlyayê daketin qadan, tecrîdkirina Ocalan protesto kirin û berxwedana grevên birçîbûnê jî silav kirin.

Kurdistanî û endamên meclîsa gel a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Vîllîers le Bel bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û balkişandina li ser çalakiyên greva birçîbûnê çalakî lidarxistin.

Kurdistanî saet ên şevê li Gara Trenê ya Vîllîers le Belê li hev civiyan û bi pankarta “Ji Ocalan re azadî’ ber bi navenda bajêr ve meşiyan.

Di meşê de bê navber tecrîda Îmralî hate şermezar kirin û berxwedana grevên birçîbûnê jî hate silav kirin. Bi dehan belavokên qala berxwedana greva birçîbûnê dikin hatin belavkirin û dirûşmeya ‘Dîktator Erdogan’ qîr kirin.

Di çalakiyê de hevserokên meclîsa navendî ya civaka demokratîk a Kurd ya Vîllîers le Belê axivîn û wiha gotin; “Divê êdî em her saeta xwe di nava çalakiyan de bin û bibin dengê berxwedana greva birçîbûnê. Divê tecrîda li ser Ocalan bidawî bibe.”

MANTLE LE JOLÎE

Li bajarê Fransa Montes La Jolîeyê jî Kurdistanî ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan û balkişandina li ser grevên birçîbûnê çalakî lidarxist.

Çalakî li pêşiya gara trenê ya Mantle la Jolîeyê destpê kir. Kurdistanî bi dirûşmeyên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ , ‘Em hemû Leyla ne’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ heta li pêşiya dêra Mantle la Jolîeyê meşiyan.

Di çalakiyê de hate gotin ku heta ku raya giştî ya Fransa grevên birçîbûnê nexe rojeva xwe wê çalakî bidomin.

BORDEAÛX

Li bajarê Fransa Bordeaûxê jî Kurdisanî ji bo çalakiyên greva birçîbûnê çalakî lidarxist. Çalakî ji aliyê meclîsa navenda civaka demokratîk a Kurd ya Bordeaûxê li pêşiya şaredariya Bordeaûxê hate kirin.

Di çalakiyê de dirûşmeya ‘Em hemû Leyla ne’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ hate berz kirin.

Girse piştre derbasî Place Vîctoîre bûn û çalakiya xwe domandin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û banga hilweşandina faşîzmê hate kirin.

MARSÎLYA

Bi armanca balkişandina li ser çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven li bajarê Fransa Marsîlyayê çalakiyek hate lidarxistin.

Bi sedan kes saet 19:00’an li qada Canabîere ya Marsîlya li hev civiyan û ber bi Qada Vîeûx Portê ve  meşiyan.

Di çalakiyê de pankarta “Li dijî tecrîdê Leyla Guven di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye’ û dirûşmeyên lid ijî Erdogan û AKP’ê hatin berz kirin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin û banga bihestiyarbûnê li raya giştî ya Fransa hate kirin. Di çalakiyê de bêdengî û politîkayên durûtî yên dewletên Ewropa jî hate protesto kirin.

Piştî ku girse gihişt Qada Vîeûx Portê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin, belavokên bi zimanê Fransî hate xwendin û li ser navê NCDK’ê jî axaftin hate kirin.