Li 3 bajarên Fransayê çalakiyên protestoyê

Li bajarên Parîs, Strasboûrg û Bordeaûxê yê Fransayê Kurdistanî daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk protesto kirin.

PARÎS

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin. Çalakî li qada Repûblîqûeyê hate lidarxistin. Gel piştre meşiya Qada Bastîlleyê û li vê derê mîtîngek hate lidarxistin.

Di mîtîngê de parlementerê berê yê HDP’ê Mehmet Emîn Adiyaman axivî û got ku “Faşîzma AKP û MHP’ê gihiştiye asteke bilind. Êdî ne bi tenê ji bo Tirkiyeyê, ev ji bo hemû dinyayê dibe gefeke mezin. Lê li Rojhilata Navîn felsefeya civaka demokratîk a rêzdar Ocalan wê aramî û aştiyê ava bike.”

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrgê jî Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk daketin qadan. Gelê Kurd û şoreşger li pêşiya Gara Strasboûrgê hatin ba hev û heta Qada Kleberê meşiyan.

Di çalakiyê de pankartên ‘Erdoganê qatil’ û ‘Erdoganê terorîst’ hate vekirin. Di çalakiyê de banga têkoşîna li dijî faşîzmê hate kirin.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx a Fransayê jî Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de Hevserokê CDK-B’yê Mehmet Varto axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi piştgiriya faşîzm û pergala kapîtalîst êrîşên bê exlaq dike û divê berxwedan were geşkirin.