Li 3 bajaran dewleta Tirk hate protestokirin
Li bajarên Osnabruck û Gîessen ê Elmanyayê û li bajarê Rennesê yê Fransayê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk hate protestokirin.
Li bajarên Osnabruck û Gîessen ê Elmanyayê û li bajarê Rennesê yê Fransayê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk hate protestokirin.
OSNABRUCK
Li bajarê Osnabruckê yê Elmanyayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê hate protestokirin.
GÎESSEN
Li bajarê Gîessenê yê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Berçemê çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de belavoka KON-MED’ê hate xwendin û sloganên ‘Erdoganê terorîst’, ‘Tirkiyeya terorîst’, ‘Ewropa fînanse dike, Erdogan bomberdûman dike’ û ‘Bijî berxwedana Kurdistanê’ hate berzkirin.
RENNES
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Rennesê yê Fransayê jî hate şermezarkirin.
Bi banga Komeleya Civakî ya Kurdan a Demokratîk û Komeleya Jinan a Zînê Kurdistanî li qada Place de Colombîer li hev kom bûn û ber bi Qada Rebûplîqûeyê meşiyan.
Di meşê de sloganên ‘Erdoganê qatil, Erdoganê dîktator’, ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu’ hate berzkirin.
Di meşê de hemwelatiyên Fransayê jî bi çepikan piştgirî dan meşvanan.