Lêpirsîn li ser pankarta ''bila qedexeya li ser PKK'ê rabe'

Adara bihurî endamên sê komeleyan li Saarbrûckenê ya Elmanyayê xwestin ku qedexeya li ser sembolên Kurdan rabe, li ser sê endaman lêpirsîn hate vekirin.

Li Saarbrûckenê ya Elmanayê Adara bihurî di pîrozbahiyên Newrozê de komeke Elman û aktivîstên Kurd pankarteke bi dirêjahiya 5 metroyan vekiribûn ku li ser pankartê sembolên Kurdan hebûn û dewleta Elman ew qedexe kiribûn.  Li ser pankartê ku rêxistinên civaka sivîl hazir kiribûn hatibû nivisîn, ''Em dixwin ku sembol werin qedexekirin'' û ''Qedexeya li ser PKK'ê bila rabe''.

Polîsên Eyaleta Saarlandê piştî bi 6 mehan li ser aktivîstên ku pankart hilgirtin lêpirsîn vekir. Bi hinceta ku pankart hilgirtine bang li 7 aktivîstan kir ku îfadeyê bidin. Heft aktivîstên komeleyên Komeleya Aksiyonê Saar Cîhana Sêyemanîn, Komeleya Konseya Penaberan a Saarlandê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk  diyar kirin hilgirtina pankarteke wiha ne sûc e û wê neçin îfadeyê nedin.

Yek ji rêveberiya giştî ya Partiya Çepgir Heînz Bîerbûm li dijî lêpirsînê helwest nîşan da. Her wiha yek ji rêveberê Komeleya Aksiyonê Saar Cîhana Sêyemîn Gertrûd Selzer rexne li qedexeya li ser PKK'ê ya 26 salan anî û got,''Niha jî, weke li Tirkiyê, dixwazin ku em li bara vê qedexeyê bêdeng bibin û rexne nekin? An na êdî protestokiina qedexeyê qedexe ye? Komeleya me bi berfirehî diyar kiriye ku ev qedexe me têkildar nake. Li gorî komeleya me ev qedexe ziyanê dide Kurdên li Eyaleta Saarlandê dijîn.''