Kurdistaniyên li Rûsyayê li dijî tecrîdê li qadan in

Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn bi meşekê tecrîda Îmralî protesto kirin û berxwedêrên grevên birçîbûnê jî silav kirin.

Kurdistaniyên li navçeya Dergaçî ya herêma Saratov a Rûsyayê dijîn bi meşekê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Kurdistaniyên li çar parçeyên Kurdistan, cîhan û herêmên cûda yên Rûsyayê dijîn piştgirî dan meşê. Li aliyê din çalakiyên ji bo piştgirîdayîna grevên birçîbûnê jî didomin.

Endamê meclîsa gel a Dergaçî Îsmaîl Yûsûpov di meşê de axivî û got; “Em piştgirîyê didin berxwedana girtiyên zindanan, Leyla Guven û hemû çalakgerên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê. Leyla Guven bû pêşenga dema nû û di pêvajoyekî wiha de ji bo tevlîbûnekî bihêz bangek e. Ji bo piştgirîdayîn û bûyîna dengê çalakgerên greva birçîbûnê çalakiyên me wê bidome.”

Yûsûpov bi domdarî got; “Bêdengî û ji nedîtî ve hatina raya giştî ya cîhanê û desthilatdariya faşîst a AKP’ê li dijî çalakiyên grevên birçîbûnê bi tundî şermezar dikin. Bêdengiya rêxistinên navnetewî yên dibijêin em rêxistinên demokratîk û mafên mirovanin cihê şermê ye û rûyê xwe yê rast nîşanî me dan. Gelê Kurd li her çar parçeyên cîhanê di nava tevgerê de ne û ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çalakiyan bidomiînin.”

Meş bi dirûşmeyan bidawî bû.