Kurdistaniyên li Lûzernê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin

Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê bi boneya 45’emîn salvegera damezirandina PKK'ê li qada Muhlenplatzê meşek meşaleyî hat lidarxistin.

Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê bi boneya 45’emîn salvegera demezirandina PKK’ê li qada Muhlenplatzê meşek meşaleyî hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan beriya meş govendên gerandin û piştre li navenda bajarê Muhlenplatzê saetekê bi meşaleyan meşiyan. Piştî meşê girse li Helvetîaplatzê pîrozbahî berdewam kir.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lûzernê di axaftina xwe ya beriya pîrozbahiyê de ev tişt anî ziman: "Em di serî de Rêber APO, şehîdên Kurdistanê û gelê me yê welatparêz silav dikin. Em sala 45'an li pey xwe dihêlin û bi îradeyek mezin em derbasî sala 46’an dibin. Bi coş û kelecaneke mezin partiya me PKK di sala 1978’an de li gundê Fîsê bi Kemal, Hayrian û Mazlûman hate damezrandin. Em silavên xwe ji Rêber Apo û PKK’ê ku dengê me gihandin cihanê re dişînin. Rêberê me zêdeyî 25 sal in di bin tecrîdeke giran de tê girtin û zêdetirî 30 meh in agahî jê nayê girtin.  Salvegera 46’emîn a PKK’ê wê bibe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Heta ku Rêber Apo di aliyê fîzîkî de azad bibe em kolanan terk nakin û em ê dengê xwe bilind bilind bikin.”

Di pîrozbahiyê de li ser navê Meclîsa Lûzern û komîteya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî' Kadrî Ozkan jî axaftinek kir. Ozkan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şoreşgerên li ber xwe didin silav kir û got: “ Ya ku PKK'ê ji tevgerên din cuda dike, tevgera gel e ku hêza xwe ji gel digire.“

Piştî axaftinan Kurdistaniyan bêyî navber dûrişmên “Bijî Serok Apo“, “Bê Serok jiyan nabe“, “Es lebe Ocalan“, “Es lebe PKK“ û “Bijî berxwedana gerîla“ berz kirin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê berdewam kir.