Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lîmasolê meş hat lidarxistin

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê Kurdistanî û dostên wan di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” meş li dar xistin.

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê Kurdistanî û dostên wan di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” çalakî li dar xistin. Çalakvan li ber Navenda Çanda Kurd a Teofilosê li hev civiyan û ji wir dest bi meşê kirin.

Di meşa ku daxwaziya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin de pankart û poster hatin hilgirtin û bêyî navber dirûşmên "Bijî Serok Apo" berz kirin.

Çalakvanan li ber Şaredariya Lîmasolê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê deqîqeyek rêz girtin û meş veguherandin mîtîngê. Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat axaftinek kir. Serhat got ku Kurdên li Qibrisê wê bi xurtî beşdarî pêngava "Ji Rêber Ocalan re azadî, pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî" bibin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.