BI DÎMEN

Kurdistanî li ber Konsolosxaneya Belçîkayê ya li Berlînê li hev civiyan

Kurdistanî li ber Konsolosxaneya Belçîkayê ya li Berlînê li hev civiyan û serdegirtinên li ser Stêrk TV û Medya Haber TV protesto kirin.

ÊRÎŞA LI SER ÇAPEMENIYA AZAD HAT PROTESTOKIRIN

Kurdistanî û dostên wan li ser banga Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Meclîsa Nav Berlînê li ber Konsolosxaneya Belçîka ya li Berlînê li hev civiyan û serdegirtinên li dijî Medya Haber TV û Stêrk TV protesto kirin.

Hevseroka Nav Berlînê Nursel Yildiz di çalakiyê de axivî û wiha got: “Ev êrîş ne nû ne, polîtîkayên komkujiyê yên dewleta Tirk bi salan in li dijî gelê Kurd dewam dike. Li dijî çapemeniya Kurd ku van komkujî û polîtîkayên îmha û înkarê teşhîr dike, zext tê kirin. Diyar e ku ev jî li ser daxwaza dijmin tê kirin. Ji ber vê yekê divê em zihniyeta dijmin baş nas bikin. Zext wê me nesekinîne.”

Li ser navê Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê jî Nurê Alkiş axivî û got: “Di Roja Rojnamevanên Kurd de êrîşên ku li ser çapemeniya Kurd tên kirin, nayê qebûlkirin. Dijminê gelê Kurd li her qadê êrîşên xwe didomîne, êrîşên li ser çapemeniya Kurd jî ji ber vê yekê ye. Êrîşên belçîkayê yên li dijî çapemeniya Kurd ku sûcên şer ên dewleta teşhîr dike, nayê qebûlkirin.”