Kurdên li Rotterdamê ji bo NY’yê name şandin

Kurdistaniyên li Rotterdamê dijîn bi daxwaza fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandin.

Nûnertiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Rotterdam 50 nameyên kom kirin, bi rêya postayê ji bo Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) şandin.

Koma Xebatê ya Kurd a Başûr ê Efrîqa (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Başûrê Efrîqa (COSATU) berî demekê kampanya îmzeyan hatibû destpêkirin. Kurd û dostên wan li tevahî cîhanê tevlî vê kampanyê bûn, heta niha bi hezaran name ji NY’yê re hatine şandin.