Endama Saziya Malbatên Şehîd û Winda yên Kurdistanê (KOMAW) a rêxistina Belçîka Dayika Sultan û aktivîsta jin Toprak Sert li gel hunermend Sultan û Kurdistaniyê bi navê Necmedîn serdana berxwedêrên li Strasboûrgê ev 74 roj in di grevê de ne kir.
Dayika şehîdan Dayika Sûltan a li vir axivî ji bo Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) û saziyên Ewropa got: “Heta ku hûn gavekê neavêtin em ê li kolanan û di nava çalakiyan de bin. Heta em agahiyekê ji Ocalan bigirin, em ê li kolanan bin.”
Dayika Sûltan bibîr xist ku sibe wê li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran girtî dest bi grevê bikin û got: “Ev kes ji bo xwe tiştekî naxwazin. Daxwazên Rêbertiya xwe û mafê xwe dikin.”
Dayika Sûltan bal kişand ser berxwedan û tecrîdê û got: “Wiha nabe, tecrîd wiha bi dawî nabe. Heta tecrîda li ser Rêbertiya me bi dawî bibe, em ê li kolanan li ser piya bin û çalakiyan bikin.”
Dayika Sûltan bang li hemû Kurdên li Ewropa kir û got: “Ji bo hemû Kurdên li Ewropa dibêjim; divê bi şev û roj em li ser lingan bin. Mîna berxwedana Kobanê. Çawa ku me Kobanê azad kir, em ê Rêbertiya xwe jî azad bikin.”
Dîsa dayika Sûltan bang kir ku wê roja Şemiyê li bajarê Koln ê Elmanya û gelek navendên Ewropa çalakî bên kirin û mîtîng bên lidarxistin. Dayika Sûltan got: “Divê tevlî van çalakiyan bibin û bêjin êdî bes e.”
Aktivîsta jin a ji Brûkselê hatî Toprak Sêrt jî got: “Em nehatine ser rûyê dinê ji bo mirinê, ji bo jiyanê hatine. Divê çar parçeyên Kurdistanê rabin û dawî li sîstema tecrîdê bînin.”
Berxwedêr Yuksel Koç jî li ser navê çalakvanan axivî û piştgirtiya Kurdên Ewropa silav kir û got: “Ji bo şikandina tecrîdê divê her kes bi awayekî aktîf tevlî berxwedanê bibe.
Di roja 74’an a berxwedanê de jî Kurdistaniyên ji Elmanya, Fransa, Swîsre û Belçîkayê hatibûn serdana berxwedêran kirin.