Kurdan Newroz pîroz kirin, kongreya xwe li dar xistin
Li bajarên Koblenz ê Elmanyayê û li bajarê Sheffîeld ê Îngîltereyê Newroz hate pîrozkirin. Li Lînza Avûstûryayê jî kongreya NCDK’ê hate lidarxistin.
Li bajarên Koblenz ê Elmanyayê û li bajarê Sheffîeld ê Îngîltereyê Newroz hate pîrozkirin. Li Lînza Avûstûryayê jî kongreya NCDK’ê hate lidarxistin.
LÎNZ
Li bajarê Lînzê yê Avûstûryayê NCDK’ê kongreya xwe ya 6’emîn a asayî li dar xist. Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal jî tevlî kongreyê bû.
Kartal diyar kir ku xebatên di nav meclîsan de peywireke welatparêziyê ye û divê gel xwedî li meclîsan derkeve.
Di kongreyê de meclîsek hate avakirin a ku ji 39 kesan pêk tê. Zeynep Aslan û Mahîr Yilmaz jî ji bo hevseroktiyê hatin hilbijartin.
KOBLENZ
Li bajarê Koblenz ê Elmanyayê jî li Neûwîed Stadthalleyê jî Newroz hate pîrozkirin. Nêzî 600 Kurd û dostên wan tevlî pîrozbahiyê bûn.
Di şevê de Hekîm Sefkan helbest xwend û li Efrînê şanoyek hate pêşandan.
Piştî sînevîzyonê Hozan Diyar derket ser dikê. Pîrozbahî bi konsera Koma Serdem a ji Rojava bi dawî bû.
SEHEFFÎELD
Li bajarê Sheeffîeld ê Îngîltereyê jî Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin.
Parlementerê berê yê HDP’ê Osman Baydemîr jî berxwedêr silav kir û diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê hikumeta Brîtanyayê têkeve dewrê.
Di pîrozbahiyê de Hozan Dîno, Necmettîn Xulamî, Jala Şen û Sezgîn Coşkûn jî derketin ser dikê.