Kurdan li Torontoyê qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir

Kurdên li Torontoyê dijîn, qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaq ve bi çalakiyekê şermezar kirin.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê Komuna Jina Azad Sara û Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê, bi ber New York Centreyê hatin ba hev û merasîmek a bibîranîna li dar xistin û têkildarê jina Kurd a Jîna Emînî ya li 13’ê Îlonê hat destgîrkirin û hema rojê ket komayê û 16’ê Îlonê jiyana xwe ji dest daxuyaniyek a nivîskî dan. 

Gava protestokirinê bêyî navber dirûşmên “Em hemû Jîna Emînî ne!“, “Kuştina Jinan rawestîne!“, “Şideta Dewleta Îslamê ya Îranê li Jinên Kurd rawestîne!“, “Jin, jiyan, azadî“ hatin berzkirin.

BANGA LÊPIRSÎNÊ

Di daxuyaniya li ser navê Kurdên li Kanadayê dijîn hat dayîn de, bang li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hat kirin dest bi lêpirsînê bike.

‘MIROVÊN WÊREK ÊN ROJHILAT Û ÎRANÊ DAKETINE QADAN’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî lêpirsîna cezayî ya îdiayên êşkence û pêkanînên xerab li Jîna Emînî ya di 22 salî destgîrkirî ku bûn sedema mirina bi guman a wê bê kirin. Mirovên wêrek ên Rojhilat û Îranê, ji bo protestokirina qetilkirina Jîna bi destê Komara Îslamê ya Îranê daketin qadan. Niha dem dema piştgiriyê ye ku mirov bide gelê Rojhilat û Îranê ku siyaseta dijminatiya Kurdan a Komara Îslamê ya Îranê şermezar û protesto dikin.“

BERXWEDANA GELÊN ÎRANÊ HATE SILAVKIRIN

Kurdan israra gelên Îranê ya di xeta berxwedan û têkoşînê de silav kir û gotin: “Li bajarên Kurdan ên rojavayê Îranê (Rojhilat) di dema destgîrkirina Jîna Emînî de, di xwepêşandanên şermezarkirinê de bi sedan çalakvan hatin girtin. Komara Îslamî ya Îranê rejîmek xeter e ku jin û bawerî bi cudakarî û zexta wê re rû bi rû dimînin. Partiyên siyasî yên xweser, sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl qedexe kirin, sansur danîn ser medyayê û li ser bernameyên televîzyonê zext pêk anîn. Dem hatiye ku civaka navneteweyî bi hev re xebite û rayedarên Îranê ji bo malbata Jînayê edaletê pêk bînin û pêşî li binpêkirina mafên jinên Îranî bê girtin.”

Çalakiya protestoyî nêzî du saetan dewam kir û bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.