Kurdan li Danîmarka komplo şermezar kirin
Kurdistaniyên li Danîmarkayê ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibat û xwedîderketina li berxwedanê meşiyan.
Kurdistaniyên li Danîmarkayê ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibat û xwedîderketina li berxwedanê meşiyan.
Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven destpê kirî meşke lidar xistin.
Meş ji aliyê NCKD û Meclîsa Jinan a Sêvê ve hate destpêkirin, beşa yekem ji gara trenê ya Ishøj destpê kir. Meşvan ber bi qada pêşiya şaredariyê ve ketin meşê.