Kurdan êrîşên dewleta Tirk protesto kirin

Li bajarê Tubîngen ê Elmanyayê, li bajarê Helsînkî yê Fînlandiyayê, li bajarê Londrayê yê Îngîltereyê û li bajarê Lîmassol ê Kibrisê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin.

TUBÎNGEN

Li bajarê Tubîngen ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin. Di çalakiyê de sê jinan ji bo sê jinên li Kobanê hatine qetilkirin xwe li erdê dirêj kirin.

HELSÎNKÎ

Li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku hikumeta AKP’ê hiqûqa navneteweyî bin pê dike, li Başûrê Kurdistanê dibe sedema mirinan.

Di axaftinan de bal hate kişandin ser vî tiştî ku YE û DYE li hemberî van êrîşan bêdeng dimîne û çekên ku hikumeta Fînlandiyayê difiroşe jî li dijî gelê Kurd tê bikaranîn.

 

LONDRA

Li Londrayê ya ku paytexta Îngîltereyê ye, dewleta Tirk û êrîşên faşîst ên li Ewropayê hate protestokirin. Ev çalakî li herêma Woodgreenê hate lidarxistin.

LÎMASSOL

Li bajarê Lîmassolê yê Kibrisê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin. Kurdistanî li Moloz Parkê hatin ba hev û diyar kirin ku êrîşên dewleta Tirk li dijî hemû Kurdan e. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku feraseta dewleta Tirk a ku dijminatiya jinê dike ne dûrî ya DAÎŞ’ê ye.