Kurd û Îtalî li Torinoyê li dijî êrîşên li ser Rojava meşiyan
Kurd û dostên wan ên Îtalî li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan û got: "Enternasyonalîzm ruhê demê ye."
Kurd û dostên wan ên Îtalî li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan û got: "Enternasyonalîzm ruhê demê ye."
Ciwanên enternasyonalîst, civaka Kurd û Tevna Defend Kurdistan li bajarê Torino yê Îtalyayê hatin ba hev û li dijî êrîşên çeteyên SMO yên dewleta Tirk ku ji DAÎŞ’ê berhevkirine meşiyan. Di meşê de alên YPG, YPJ, sembolên Rojava, alên Rêber Apo û PKK’ê hatin hildan. Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Li dijî hemû emperyalîzmê bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.
Du ciwanan 12 salên Şoreşa Rojava vegotin. Nûnerê Non Una Di Menoyê jî got ku wateya tevlîbûna Şoreşa Rojava wateya tevlîbûna şoreşa mirovahiyê ye.
Girseya bi meşê hate li ber avahiya RAI TV’yê, li vir broşur belavkirin û bêdengiya RAI TV’yê şermezar kirin.
Girse piştre li Qada Dêra Torino Gran Madreyê hatin ba hev û pankarta “Bila ji bo Rojava bilind bibe” vekirin û agir vêxistin.
Meş bi dirûşmeyên “Ji bo Rêber Apo azadî”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Em hemû PKK’î ne” bi dawî bû.