Kurd li dijî tecrîdê li ser piyan e

Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan û piştgiriya bi Leyla Guven û berxwedêrên li Strasboûrgê re li qadan bûn.

Çalakî li Qada Norra Bantorget saet 13:00’an bi vekirina pankartên ku daxwazên berxwedêrên grevan û şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tîne ziman destpê kir. Di çalakiyê de dirûşmên “Kujer Erdogan, durû Yekîtiya Ewropa’, ‘Daxwazên Leyla daxwazên me ne’, ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin qîrkirin.

Li qadê Parlementerê Partiya Çep Danîel Rîazat ê li Parlementoya Swêdê dest bi grevê bike û endama Desteya Rêveberiya Forma Çep a Navneteweyî Yekbûn Alp axivîn.

Rîazat anî ziman ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdan êdî ji gotinê demê ketina çalakiyan e û dest bi grevê kiriye.

Rîazat bêdengiya çapemeniya Swêd û hikûmeta Swêd a li hember grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rexne kir û got: “Divê daxwazên grevan bên bicihanîn, tavilê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibin.”

Yekbûn Alp jî silav li Leyla Guven, berxwedêrên li li zindanan, Strasboûrg û Hewlêrê kirin. Alp diyar kir ku azadiya Ocalan ne tenê wê aştiyê ji bo Tirkiyeyê wê ji bo Rojhilata Navîn bûne, bibîr xist ku ji bo vê ye divê dengê xwe bilind bikin. Alp got dibe sibe direng bibe, ew niha divê bi hev re tecrîdê bişkînin.

Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê Latîf Cebe jî axivî û bal kişand ku rewşa Leyla Guven her diçe giran dibe,banga hestyariyê li hemû Kurdistaniyan kir.