Kurd ji bo meşa dirêj a 3 rojî amadekariyên xwe dike
Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê Kurd ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî xwe ji bo meşa dirêj a 3 rojan amade dikin.
Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê Kurd ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî xwe ji bo meşa dirêj a 3 rojan amade dikin.
Maş Dirêj a 3 rojî ya îsal jî bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ku ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku wê 13’ê Sibat bê lidarxistin, pêk were. Di meşê de wê berxwedêrên grevên birçîbûnê jî bên silavkirin.
Komîtiya Amadekariyê li ser meşê daxuyaniyek da û hate gotin ku komplo bi têkoşîna Ocalan, PKK’ê û gelê Kurd hate valaderxistin û ev tişt hate gotin: “Em ti demê esareta li ser Rêbertiya xwe napejirînin, ji bo şikandina vê esaretê jî heta dawî em ê têbikoşin. Îro Rêber Apo ne weke Rêberê bi milyonan Kurd weke Rêberekî yê cîhanî tê nasîn.”
Di daxuyaniyê de berxwedêrên grevên birçîbûnê di serî de Leyla Guven, yên li Kurdistan û Ewropayê silav kir û bang li gelê Kurd hate kirin ku tevlî meşê bibin.
Meş 13’ê Sibatê saet 10:00, wê ji kampa Lavrîoyê destpê bike û li Qada Syntagma Atînayê bi dawî bibe.