Kurd, Fransî, Ermenî û Tamîlan banga’ şikandina tecrîdê’ kirin

Li Fransayê gelek rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawî lê anîna faşîzmê banga tevlîbûna çalakiya 2’ê Adarê (Sibê) ya li Parîsê were lidarxistin kirin.

Gelek rêxsitinên civaka sivîl û 3 partiyên çepgir ên siyasî li dijî tecrîdê banga hevpar kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku li Îmraliyê tecrîdek girankirî heye û wiha hate gotin; “Tecrîda heyî li ser hemû girtiyên siyasî tê pêkanîn û Tirkiye peymanên mafên mirovan ên Ewropa û navnetewî ku aligirê wêye binpê dike.”

Daxuyanî wiha didome; “Dewleta Tirk ku Nîsana 2015’an muzakereyên bi Ocalan re bi yek alî birî û şûnde li dijî gelê Kurd hem derve hem ji navxweyî ve şer daye meşandin. Zilim, binpêkirinên mafên mirovan û komkujî ji bo gelê Kurd û muxalefeta li dijî Erdogan re bûye parçeyek a jiyana metirsîdar ya rojan e.”

Di daxuyaniyê de greva birçîbûnê ya wekîla HDP’ê Leyla Guven ku 8’ê Mijdarê ve di grevê de ye hate bibîrxistin û hate gotin; “Leyla Guen bi saya piştevaniya navnetewî di 25’ê Çileyê de ahte berdan lê Gubven ragihand ku heta daxwazên wê pêk neyê ew ê çalakiya xwe bidomine. Daxwazên çalakgerên grevên birçîbûnê daxwazên me ne.”

BANG

Di daxuyaniya hevpar de hate gotin; “Li dora daxwazên çalakgeran roja 2’ê Adarê (Sibê) saet 14:00’an li qada Repûblîqûeyê kom bibin.”

Di nava partî û rêxistinên banga hevpar îmze kirine de Partiya Komunîst, Partiya Antî-Kapîtalîst, Partiya Çeg, konseya koordînasyona rêxistinên Ermenî, komelyên Tamîl û sednikaya xwendekarên zanîngeha mezin jî hene.

Rêxistin û partiyên bang îmze kirine;

Conseil démocratique kurde en France (CDKF), Mouvement des Femmes kurdes, Union des Étudiants kurdes en France (UEKF), Solidarité France-Kurdistan, Mouvement de la Paix, Mouvement contre le Racisme et pour l’Amitié entre les Peuples (MRAP), SOS Racisme, Parti communiste français (PCF), Nouveau Parti anticapitaliste (NPA), Parti de Gauche (PG), Maison du Tamil Eelam –France, Conseil International de Eelam Tamoul, CCAF (Conseil de coordination des organisations arméniennes de France), Corinne Morel Darleux, conseillère régionale Auvergne Rhône Alpes