Koordinasyon Civaka Êzdî ya Ewropa bi peyamekê sala nû pîroz kir

Koordinasyon Civaka Êzdî ya Ewropa ji bo sala nû peyamek parve kir û got: “Em bi hêvî ne ku 2021’ê bi berxwedan û tekoşîna tê dayîn bibe sala serkeftin, aramiyê û aşitiyê ji bo gelê Kurd û hemû mirovahîyê.”

Koordinasyon Civaka Êzdî ya Ewropa bi hatina sala nû peyamek da û ev tişt got: “Me sala 2020 bi êş û elem derbas kir. Ji aliyekê ve jî saleke têr û tijî derbas kir. Dijmin bi hemû hewldanên giran erîşê faşizane li ser her çar perçê Kurdistan û Ezdixan dan meşandin. Me Cangoriyê gedirbiha di oxira Ezîdxanê de da. Di serî de em fermandarê YBŞ Zerdeşt Şengalî û her sê hevalê wî bi bîr tînin. Rojên dawî yên salê Mam Beşir (Hasan Dutar) bûn cangoriyê vê axa pîroz. Ew şopdarê Mam Zekî Şengalî, fermandar Egîd Civiyan û gelek qehremanê hêja me di oxira doza azadîyê de dan. Barê giran dikeve ser milê me xebatkaran ku em ala wan bilind bikin û nehelin keda wan winda bibe.

Di sala 2020’ê de nexweşiya Covîd-19 bû bela û hemû cihan dorpêç kir. Me gelek heval, dost, ji civaka Ezidî ji ber vê nexweşiyê winda kir. Em sersaxiyê ji malbatên civaka Ezidî û gelê Kurd re dixwazin.

Divê em wek civak xebatkar xeteriya heyî li ser Ezdîxan û tevahîya Kurdistanê em bibînin û hestiyar bin. Erkê me dayî ser milê xwe pê rabin. Ev hem erkekî mirovî, wijdan û exlaqî yê.

Em bi hêvîne ku sala 2021’ê wê bibe sala azadiya Rêber Apo û Ezdîxanekê xweser û azadiya Kurdistanê. Ji bo Civaka Ezidî bibe sala yekîtî wekhevî û biratîya gelan. Em Batizmîya Pîralî - an jî Pîrê Arî li hemû Civaka Ezidî û dostên wan pîroz dikin.

Em bi hêvîne ku 2021’ê bi berxwedan û tekoşîna tê dayîn bibe sala serkeftin, aramiyê û aşitiyê ji bo gelê Kurd û hemû mirovahîyê.