Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Koordînatorê tetîkêş Îsmaîl Hakki Mûsa

Di demeke wiha de ku gumanên li ser sefîrê Tirk ê Parîsê Îsmaîl Hakki Mûsa zêde bûne, pewira xwe berda. Journal de Dîmanche xwe sparte ser lêpirsîna li Belçîkayê îşaret pê kir ku Mûsa tetîkêşên li Ewropayê koordîne dike.

ANF'ê gelek caran têkilî êrîşa ku pê sê jinen Kurd ên şoreşger 9'ê Çile ya 2013'an hatibûn qetilkirin bal kişandibû ser rola Ismaîl Hakki Mûsa.

Di lêpirsînê de ya têkilî komkujiya Parîsê, agahî hene ku tora suîkastê ya li Ewropayê, dîplomatekî payebilind ê Tirk ê Parîsê koordîne kiriye. Li Belçîkayê lêpirsîneke ku li ser vê mijarê tê kirin hê jî xef tê hiştin.

Ismaîl Hakki Mûsa beriya ku bibe sefîrê Tirk ê li Parîsê zilamê di rêza duyan a MÎT'ê de bû. Nexasim ji 2011'an û wir ve, dema ku tetîkêş Omer Guney derketî holê û plana suîkastê danî, bi gotine dî, ji Mijdara 2011'an heta bi 15'ê Cotmeha 2012'an Ismaîl Hakki Mûsa sefîrê Tirk ê Brûkselê Bû. Piştî ku Mûsa bû sefîrê Parîsê bi mehekê 17'ê Kanûna 2016'an agahiya ku Omer Guney miriye hat û doz bi awayî fiîlî hatibû girtin.

HEWLDANA SUÎKASTÊ YA LI BELÇÎKAYÊ

Lê belgeyên derheqê kesên ku ferman dane û têkiliya xwe bi komkujiya Parîsê re hene, bi mikurhatinên nû re lêpirsîneke nû dest pê kir. Yek ji van lingên girîng ku kirî dîsa lêpirsîn vebe, hewldana suîkastê ya Belçîkayê ye.

Hezîrana 2017'an li Belçîkayê polîsan li ser agahiyên rêxistinên Kurd 3 kesên gumanbar sekinandibûn. Bi vê rûdanê re ji bo ku lêpirsîna li Parîsê ji nû ve dest pê bike bandor kiribû. Agahiyên nû ku têkilî vê dosyayê dertên holê, nîşan dide ku koordînator Ismaîl Hakki Mûsa ye. Sê kesên ku hatibûn rawestandin plansaziya suîkastê li Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal danîbûn. Yek ji gumanbaran berê leşkerekî Tirk bû. Yê dî jî karta polîsan nîşan dabû. Li gorî agahiyên kanên nêzî lêpirsînê dane ev kes ji 16'ê Hezîranê û pê ve bi çar kesan re ku bi eslê xwe Tirk in li Parîsê mane. Tê gotin yek ji van segvanek e. Li gorî heman kanan pollîsên Belçîkî gumanê jê dibin ku dîplomatekî payebilind ê Parîsê ev kar koordîne kirine.

Di demeke wiha de ku gumanên li ser Mûsa geş bûne û Tirkiye jî hewl dide ku ji nû ve bi Fransayê re têkiliyên xwe geş bike, hate ragihandin ku dema peywira wî ya çar salan qediyaye.

Rojanemeya Fransî Le Journal de Dîmanche diyra dike di belgeyeke xef de ya di dest Belçîkayê de, agahî li ser hicreyên sîxûriyê yên Tirk, çalakiyên wan, rola Mûsa ronî dike.

Li gorî rojnameyê vê belgeyê gumanê ku îstîxbarat Tirk têkilî komkujiya Parîsê bûye, zindî dike.

Baş e, gelo li Brûkselê yên ku hatibûn sekinandin kî bûn? Li gorî rojnameyê di wesayitê de ya bi markaya Mercedesê ji sê kesan yek jê Zekeriya Çelîkbîlek e. Berê leşker e. Welatiyê Fransayê ye û dema ku li Belçîkayê di wesayitê de hatî kontrolkirin ev 6-7 meh bûn li banliyoya Argenteuîlê ya Parîsê dima. Wesayita ku hatî sekinandin li ser navê wî qeydkirî ye. Tê gotin navê kesê dî Yakûm Koç e. Karta polîsên Tirk nîşan daye. Tê gotin kesê sêyan kesekî bi eslê xwe Kurd e û navê wî Hacî Akkulak e.

DI HEDEFÊ DE KÎ HEBÛN?

Li gorî rojnameya Fransî dadger De Coster, Akkulak di îfadeya xwe de gotiye, kesên din ên di wesayitê de xwe nêzî wî kirine, jê xwestin ku derheqê Kurdên di hedefa Enqerê de agahiyên îstîxbarî kom bike. Siyasetmedarên Kurd ên ku kiribûn hedefa xwe Zubeyîr Aydar û Remzî Kartal bûn.

Di biryara pêşlêpirsînê de tê gotin, ''Yakum Koç bilez jê pirsiye ji Haci Akkulak pirsiye, ji bo kesên têkildar bide erdê wê karê biçek bike yan na.''

DI BELGEYA VEŞARTÎ DE NAVÊ KOORDÎNATOR DERBAS DIBE

Journal de Dîmanche balê dikişîne ser vê belgeya xef û dibêje navê Ismaîl Hakki Mûsa gelek caran tê de derbas dibe. ''Koordîneya çalakiyan dibe ku bi destê sefîrê berdest ê Tirkiyê yê li Fransayê Ismaîl Hakki Mûsa ve hatibe kirin.''

Yên ku lêpirsînê rê ve dibin piştî ku Mercedest ji hêla polîsan ve tê kontrolkirin bi 2 rojan 16'ê Hezîranê tehdît bêhtir beloq bûye. Tê gotin, ''çar kesên bi eslê xwe ji Tirkiyê'' hatine Belçîkayê û li vir xaniyekî li avahiyekê kirê dikin. Yek ji van jî 'segvan e.'

ÇELÎKBÎLEK DI KOMKUJIYA PARÎSÊ DE XWEDÎ ROL E

Rojên dîtir ev kes bi Yakûp Koç û Zekeriya Çelîkbîlek re mane. Tê diyarkirin polîsên Fransî jî dema ku hay ji tevgera navsînoran çêdibin di cih de diçin Belçîkayê. Kaneke nêzî dosyayê ji rojnameya Journal De Dîmanche re dibêje, ''bi panîk bûn.''

Dozger piştre li ser Zekeriya Çelîkbîlek sekinînin. Ji ber ku ev kes ne tenê têkilî hewldana suîkastê ya Belçîkayê ye, her wiha têkilî Ismaîl Hakki Mûsa ye jî, ku navê wî di dosyayê de derbas dibe. Tê diyarkirin Çelîkbîlek ji Hacî Akkulak re, di hevdîtineke taybet de, li Parîsê di qetilkirina sê jinên Kurd ên şoreşger de xwedî rol e.

Parêzerê malbatê yê sê jinên şoreşger Antonîo Comte ji rojameyê re axivî û got, ''Piştî sûcdarkirineke wiha diviya Fransayê bi kêmanî, bang li sefîrê Tirkiyê bike ku were Wezareta Karê Derve, an jî bişandana welatê wî. Ev tirsa saziyen Fransî ya li ser vê meselê nîşan dide.

COMTE: BERPIRSÊ CEZANEKIRINA MÎT'Ê RAYEDARÊN SIYASÎ NE

Rojname têkiliya MÎT'ê ya di komkujiya Parîsê de ji nû ve dinirxîne, cih dide mikurhatinên payebilind ên MÎT'ê ku 2017'an ji hêla PKK'ê ve hatibûn girtin. Rojname herî dawî bi bîr xist ku şefê îstîxbarta leşkerî yê Tirk ê berê Ismaîl Hakki Pekîn meha Sibatê li xwe mikur hatiye û bang kiriye ku cînayetên nû were kirin.

Comete got, ''Tê zanîn, di vê dozê de rola serwîsa îstîxbarata Tirk navendî ye (...) Lê desthilat bêdeng e. Ev nayê qebûlkirin. Her wiha du giliya duyan de em nîşan didin ku ajans li hemû Ewropayê aktîf in. Ev cezanekirina MÎT'ê bi temamî ji ber rayedarên siyasî ye. Skandal li vir e.''

Beriya bi demeke kurt parêzerê doza PKK'ê ya Belçîkayê Jan Fermon ji ANF'ê re axivîbû û bal kişandibû rola taloke ya welatên Ewropî bû gotibûn, ''Tê dîtin ku Tirkiye ji bo dema niha û siberojê polîtikayeke zelaltir û agresîf dike. Ez dikarim bibêjim ku ev jî ew e ku şerê bi Kurdan re îxracî Ewropayê bike. Daxuyaniyên Pekîn di vê rewşê de bêhtir taloke ye.''

KESÊ KU WÊ WERE ŞÛNA WÎ JÎ TALOKE YE

Li şûna Ismaîl Hakki Mûsa sefîrê Tirkiyê yê Tûnisê Alî Oner xwe hazir dike.  Ew jî weke Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ji Dibistana Îdareya Netewî mezûn bûye. Îlonê bi twîtekê gotibû Macro, ''hevalê min ê dibistanê ye''. Rojname wiha xilas dike: ''2013'an dema ku Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Sakîn Cansiz hatin qetilkirin, şêwirmendê pêşî yê sefareta Tirk a Parîsê bû.''