Konseya Ewropayê têkildarî demokrasiyê hişyarî da Tirkiyeyê

Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê deklerasyonek ku zextên li Tirkiyeyê yên li ser şaredarên muxalîf şermezar dike, di rûniştina 48'emîn de qebûl kir.

Deklarasyona bi 58 dengên erê, 7 dengên na û dengekî bêalî hate qebûlkirin. Dûrxistina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan û girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû xalên sereke yên rojeva bingehîn a deklarasyonê bûn.

Deklarasyon ji aliyê hevraportoran David Eray (Swîsre, ILDG) û Bryony Rudkin (Qraliyeta Yekbûyî, SOC/G/PD) ve hate amadekirin û qebûlkirin. Di deklarasyonê de rexne li Tirkiyeyê hate kirin ku ji nirxên demokratîk ên Deklerasyona Reykjavik 2023 ku soza wê dabû, dûr ketiye.

Hate ragihandin ku Zeydan bi sê sal û neh mehan cezayê girtîgehê hate cezakirin û ji 24'ê Adara 2025'an û pê ve 13 şaredar ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm li şûna wan hate danîn.

Di deklarasyonê de hate destnîşankirin ku ev rewş bûye sedem ku li şûna hilbijartiyan 4 milyon mirov ji kesên hatine tayînkirin ve têne birêvebirin.

Di deklarasyonê de li gel dûrxistina ji wezîfeyê ya Zeydan her wiha girtina Îmamoglû li gel 106 kesan jî bi zimanekî tund hate rexnekirin. Hate bibîrxistin ku şaredarên navçeyên Şîşlî û Beylîkduzu yên Stenbolê û hin rayedarên Kartal û Ataşehîrê berê hatin binçavkirin. Di deklarasyonê de hate ragihandin ku Îmamoglû di hilbijartinên serokkomariyê de namzetekî li pêş bû, lewma girtina wî gaveke siyasî ye.

Di deklarasyonê de her wiha hate ragihandin ku azadiya kombûn û îfadeyê li Tirkiyeyê bi rengekî cidî tê astengkirin.

DAXWAZÊN JI TIRKIYEYÊ

Kongreyê di deklarasyonê de ev daxwaz ji meqamên Tirk kir:

- Weke ku li Zeydan û Îmamoglû hate kirin, dawî li tayînkirina qeyûman li şûna şaredaran bê anîn.

- Astengiyên li pêşiya azadiya kombûn û îfadeyê ji holê bêne rakirin.

- Bi sûcdariya heqaret an jî terorîzmê dawî li zexta dadgeriyê ya li ser siyasetmedarên muxalîf bê anîn.

- Li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, şaredarên girtî bêne berdan.

BIRYARA ŞANDINA HEYETÊ

Kongreyê piştî qebûlkirina deklarasyonê biryar da ku ji bo şopandina krîza demokrasiya xwecihî ya li Tirkiyeyê di demeke kurt de heyetekê bişîne Tirkiyeyê. Tê plankirin ku heyet di serdanê de bi şaredarên girtî yên weke Zeydan û Îmamoglû re rû bi rû hevdîtinê bike.