Konseya Ewropayê ji ber ‘flash-ball’ê nerazîbûn nîşanî Fransayê da

Konseya Ewropayê, ji Fransayê xwest ku ‘flash-ball’ an jî LBD a ji bo belavkirina girseyan bi kar tîne, bide sekinandin.

Komîsera Mafê Mirovan a Konseya Ewropayê Dûnja Mijatovîc, di derbarê destwerdanên ku di dema  çalakiyên Êlegzeran de bi navê “asayişa cemaweriyê” hatî kirin de, di derbarê hikumeta Fransayê de memorandûmek weşand.

Dûnja Mijatovîc, bang li rayedarên Fransayê kir ku ‘Bêtir li mafê mirovan baldar bin, astengiyên zêde li dijî azadiya xwepêşandanên aştiyane dernexe û bikaranîna gogavêja parastinê (LBD) kêm bike’.

Çeka LBD ya ku ji bo belavkirina qelebalalixyê tê bikaranîn, di dema çalakiyên Êlegzeran de bûbû sedem ku bi sedan kes birîndar bibin.

Mijatovîç ji hikumeta Fransayê xwest ku awayê bikaranîna van çekan ji ber çavan derbas bike. Mijatovîç xwest ku divê êdî ev çek neyên bikaranîn.

Li gorî panoramaya rojnameya înternetê ya alternatîf a Fransayê di dema çalakiyên Êlegzeran de kesek miribû, 199 kes birîndar bûbûn, 21 kes kor bûbûn û destê 5 kesan jêbûbû. Tevî birîndarên din, hejmara birîndaran bi hezaran kesî derbas dikin.