Konsey û Komîsyona Ewropayê Brexît îmze kirin

Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyen û Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel, peymana li ser derketina Qraliyeta Yekbûyî ya ji nava Yekîtiya Ewropayê îmze kirin. Parlamenta Ewropayê jî di dawiya mehê de divê nêrîna xwe eşkere bike.

Seroka Komîsyona Ewropayê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek weşand û got, "Tevî Charles Mîchel me peymana derketina Qraliyeta Yekbûyî îmze kirin û rê li ber pejirandina Parlamenta Ewropayê vekirin."

Piştî ku Parlamenta Îngiliz pejirand, roja Pêncşemê Qralîçe Elîzabeth a 2'emîn jî qanûna derketinê pejirand.

Tê payin ku Parlamenta Ewropa jî di 29'ê Çileyê de Brexîtê bipejirîne.

Piştî 31'ê Çileyê wê hevkariya 47 salan a Qraliyeta Yekbûyî bi dawî bibe. Heta dawiya salê wê pêvajoya derbasbûnê pêk were.