BI DÎMEN

Kongreya dema navber a DEM-NED’ê hat lidarxistin

DEM-NED’ê ji bo dema nû bi xurttir pêşwazî bike kongreya xwe ya dema navber li dar xist.

KONGREYA DEM-NED

Federasyona Komeleyên Kurd a Hollandayê DEM-NED kongreya xwe ya dema navber li dar xist.

Remzî Kartal ku nirxandina siyasî kir, diyar kir ku divê dema nû xurttir were pêşwazîkirin û li ser vê bingehê berpisyarî dikeve ser milê meclîsan. Kartal destnîşan kir ku tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her qadê li ser civakê tê pêkanîn û got: “Bêyî Rêber Apo azadî nabe.”

Di kongreyê de hevserokên DEM-NED’ê hatin guhertin û hevserokên ku wezîfe girtin soza girtina berpisyariyan dan.