Rûniştina çaremîn konferansê ji Zanîngeha Middlesex a Londonê Şîlan Fuad Husên birêve bir.
Di rûniştina bi sernavê "Jiyana Azadiyê - Perspektîfên Jinê" de li ser têkoşîna jinan bi perspektîfeke berfireh axaftin hatin kirin.
Enstîtuya Lêkolînên Qada Cîhanî ya Elman Dastan Jasim bi sernavê "Siyaseta Derve ya Femînîst: Nakokî û Vebijêrk" pêşkêşiyek kir. Dastan Jasim bal kişand ser serhildana Jin Jiyan Azadî ya ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û diyar kir ku jixwe ev dirûşma li Kurdistanê demek dirêje tê bikaranîn.
Dastan Jasim piştî ku behsa hawîrdoreke tevlîhev a jeopolîtîk kir, diyar kir ku tevlîbûna jinan di nava siyasetê de û armancên wan ên siyasî gelek girîng in.
Ji Zanîngeha Parîsê Soheyla Şehryarî bi sernavê "Şoreşa Jinê û Rojhilata Navîn" pêşkêşî kir. Soheyla Şehryarî li ser dîroka têkoşîna femînîst a li Îran, Tirkiye, Sûriye, Iraq û Lubnanê rawestiya û bal kişand ser aliyên wê windabûyî. Soheyla Şehriar anî ziman ku ev tevger tenê li herêmên bajaran û bi taybetî paytextan re sînorkirî maye û bal kişand ser tevgerên femînîst ên bi tevgerên nijadperest û nijadperestên tund ve girêdayî ne.
Soheyla Şehriar got, "Dikare bê gotin ku yekemîn şoreşa jinê ya li Rojhilata Navîn şoreşa zayendî ya civakî ya Rojava ye.” Soheyla Şehryarî anî ziman ku li gel şer jî Rojava ji gelek xebatên civakî re cih vekiriye.
ALIYÊ HERÎ HERÎ BALKÊŞ A ŞOREŞA ROJAVA
Soheyla Şehriar axaftina xwe wiha domand: "Aliyê herî balkêş ê vê şoreşê ne berdewamiya wê û neşikestina wê ye, lê ew e ku bi demê re hatiye zexmkirin û bihêzkirin." Soheyla Şehriar daxuyand ku li aliyê din ên cîhanê di aliyê mafên jinan de paşketin çêbûye lê li Rojava bihêztir bûye. Soheyla Şehriar aliyên ku tevgera femînîst a Kurd ji nedîtî ve tên rexne kir û wiha domand: “Em vê yekê di hemû platformên çapemeniyê de dibînin. Dirûşma tevgera femînîst a Kurd tê berovajîkirin, li ser bingehek teng tê danîn û ji cewhera wê tê qutkirin.”
TECRÎD DI HEMAN DEMÊ DE LI DIJÎ TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ YE
Ji Navenda Jineolojiyê ya Brukselê Elîf Kaya bi sernavê "Jin, Jiyan, Azadî: Banga Konfederalîzma Jinên Demokratîk a Cîhanê" pêşkêşî kir. Elîf Kaya diyar kir ku "Jin jiyan azadi" ji dirûşmekê wêdetir li ser bingeheke berfireh hatiye avakirin û got ku ger weke civak têkoşîn bidomîne, serkeftin pêkan e.
Elî Kaya bal kişand ser têkiliya di navbera tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiya jinê de û destnîşan kir ku tecrîd di heman demê de li dijî azadiya jinê ye û got, "Ji ber vê yekê azadiya Birêz Abdullah Ocalan gelekî girîng e.”
Di panelê de Parlamentera Partiya Çep a Elmanyayê Ozlem Alev Demîrel bi pêşkêşiya bi navê "Jin û Siyaset: Li dijî şer bi hev re têdikoşin" bû axaftvana dawî ya panelê. Ozlem Alev Demîrel anî ziman ku li dijî şer yekbûn gelekî girîng e û destnîşan kir ku li dijî şer tenê bi têkoşîna hevpar dikarin bi ser bikevin.
Ozlem Alev Demîrel anî ziman ku jin di mijarên wekhevî û aştiyê de xwedî roleke diyarker in û got, "Eger em aştî, edalet û wekheviyê dixwazin, divê jin karibin bi xwe çarenûsa diyar bikin."
Ozlem Alev Demîrel diyar kir ku pêwîstî bi tevgereke aştiyê heye û divê bi hêz bibe û wiha bi dawî kir: "Ji bo tevgerek bi hêz bibe, pêwîstî bi tevgera jinê heye."