KON MED’ê sersaxî ji malbata Şêx Mûsa û gelê Kurdistanê re xwest

Hevserokên KON MED’ê ji ber koça dawî ya kedkarê Heyva Sor a Kurdistanê Şêx Mûsa sersaxî ji malbatê û gelê Kurdistanê re xwest.

Hevserokên Hevserokên Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanya (KON-MED) têkildarî wefata Kedkarê Heyva Sor a Kurdistanê peyameke ya sersaxiyê da.

KON MED’ê ev got: “Me heval Şêx Mûsa kesayetekî fedakar yê tekoşerê Kurdistanê winda kir.
Şêx Mûsa berî mehekê ji ber nexweşîya Koronayê di nexweşxaneya li Elmanya Bajarê Bonnê razandî bû. Şêx Mûsa yê 67 Salî di 01.01.2021 saatên nîvro rehmet kir.

Şêx Mûsa yek ji damezrêrê Heyva Sor ya Kurdistanê bû.

Ev 27 sal bê navber di vê sazîyê de xizmetek bi fedakarî dikir û heta koça dawî di rêveberîya Heyva Sor da cih digirt.

Şêx Mûsa yê ku di rêvebirîya Heyva Sor de cih digirt, ji ber sedemên şer li kûderê hewceyî bi alîkariyê hebûya, bi kedekî mezin ew li wir bû.

Wî ji bo alîkariya gelê muhtac a ji bo herçar perçeyên Kurdistanê ji tu fedakariyan dur neketibû û xizmetek mezin kir.

Di her qonaxa jiyan û tekoşîna xwe de, bêyî ku xwe ji fedakariyê dûr bixe, bi bawerî têkoşîna xwe domand.

Em Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanya (KON MED), sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê, malbata wî rêhevalê wî yên Heyva Sor a Kurdistanê û heskirinê wî re dixwazin. Em soz didin ku bibîranîna hevalê Şêx Mûsa wê her tim di têkoşîna mede zindî bimîne.