KON-MED’ê ji bo meşa Kasselê bang kir

KON-MED’ê ji bo meşa li Kasselê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga tevlêbûnê kir.

Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Elmanyayê (KON-MED) ji bo meşa di 19’ê Kanûnê de ya li Kasselê a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga tevlêbûnê kir.

KON-MED’ê got ku; “Kampanyaya azadiyê ya pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan û Kurdistanê re’ û ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dem dema azadiyê ye’ didome. Serkeftina vê kampanyayê tê wateya ku gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn li ser bingeha azadî û demokrasiyê bi ser bikevin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwediyê fikra konfederalîzma demokratîk a li Rojava ye jî. Azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya azadbûan girtiyên siyasî jî.

Em bang li hemû ciwan û jinên Kurd ên li Elmanyayê, hemû endamên melcîsên federasyonan, gelê Kurdistanê û dostên xwe yên şoreşger dikin ku di 19’ê Kanûna 2020’an de saet di 14.30’an de tevlî meşa li Kassel Wilhelmshohe Bahnhof bibin.”